Li Kurdistanê şewata daristanan û bandora wê

  • 09:03 26 Hezîran 2024
  • Ji Pênûsa Jinan
 
Hamdiye Çîftçî Oksuz
 
Li Kurdistanê şewatên daristanan yên 10 salên dawî de zêde bûne, bi awayekî cidî jiyan û ekosîstemê tehdîd dikin. Di vê dema ku şer û operasyonên leşkerî zêde bûne de, şewatên daristanan jî gihiştine astek dijwar. Jin, zarok, kal û pîr li dijî van şewatan bêçarene û tabloyeke bi êş dertê holê.
 
Sedema şewatan
 
Yek ji sedemên derketina şewata daristanan de operasyonên leşkerî ne. Di salên dawî de di operasyonên leşkerî de şewat derdikevin. Çavkaniyên fermî piranî şewatên derdikevin di çarçoveya ‘têkoşîna bi terorêre’ rewa dike û  gelê herêmê, aktîvîst û rêxistinên civaka sivîl jî îdia dikin ku ev şewat bi qestî tên derxistin û bi armanca texrîbkirian erdnîgariya Kurdistanê tên kirin.Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo gelê Kurd qetil bike her roj bi dehan helîkopterû balafirên şer bikar tîne, operasyonan dimeşîne. Lê di temirandina şewatên derdikevin de helîkopter û her wekê din nayên bikaranîn.
 
Analîza daneyan: bandora şewatan
 
Em li daneyên 10 salên dawî dinêrin, tê dîtin ku bi dehezaran hektar qad tune bûye. Li Colemêrg û Şirnexê ji 10 hezarî zêdetir hektar qad şewitiye. Encama van şewtan de gelek sewal telef bûne, bi sedan gund vala bûen û bi hezaran mirov ji cihê xwe  bûne.
 
Şewatên li Colemêrg û Şirnexê
 
Şewatên li Colemêrgê bi taybet li navçeyên Çelê û Şemzînanê zêde ne. Li Cizîr, Sîlopî, Qilaban a Şirnexê jî şewat bandorek mezin li ser jiyanê dikin. di 2018’an de li gundê Binavya ya Çelê û gundê Derav a Şemzînanê di şewatên derketin de bi sedan hektar qadên daristanê tune bûn.
 
Di dema wê de mudaxale 
 
Di mijara mudaxalekirina şewatan de qelsî û kêmasî rê li ber bertekan vedike. Bi taybet di mehên havînê de, şewat zêde dibin û di encama qelsiya ekîpman û ji ber mudaxale nayên kirin rexneyên cidî tên kirin. Tê îdiakirin ku gelek şewat dema operasyonan tên kirin û xebatên temirandinê bi zanebûn dereng tên kirin.
 
‘Ev êrîşek sîstematîk a li hember gelê Kurd e’
 
DEM partî û rêxistinên civaka sivîl, binpêirinên di mijara mudaxaleya şewatan de bi zimanekî tund rexne dikin. Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari gotibû : “Ev şewat li dijî gelê Kurd êrîşek sîstematîke. Hikûmet ji bo rawestandina şewatan tu hewldanê nîşan nade.” Rêxistinên civaka sivîl û aktîvîst li ser çapemeniya civakî hewl didin dengê gel bidin bihistin.  Lê ji bilî van, dema mijar dibe gelê Kurd her kes ker û lal e. 
 
Çîrokên mexduran
 
Ji paşerojê heta îro di şewatên derdikevin de çîroka kesên mexdur dibin naguherin. Yek ji gundiyên ku berê ji şewatê bandor bibû Zekiye Yilmaz, ji mexdurên ku ji  şewata li Çelê ya Colemêrgê zirar dîtiye ye.  Zekiye wiha dibêje: “Dema şewatê dest pê kir ne îtfaye ne leşker kes nehat alîkairya me. Me bi deretên xwe şewat temirand. Me her tiştê xwe winda kir.”  Welatiyê bi navê Mazlum Akdemîr jî got ji ber şewta li Cizîrê derket gundê wan tevahî şewitiye û ji ber vê bi malbata xwe re koç kirine.
 
Têkiliya bi şewata Amed û Mêrdînê re
 
Herî dawî şewata li Amed û Mêrdînê derket nîşan da ku pisgirêk çiqas cidî ne. Di vê şewatê de jî di mudaxaleyê de kêmasî û binpêkirinan bal kişandibûn, welatiyên herêmê tenê hatibûn hiştin. Yek ji mexduran Ahmet Korkmaz wiha got: “Dema şewatê dest pê kir kesî alîkarî neda. Em tenê hatin hiştin û me her tiştê xwe winda kir.”Di vê bûyer3e de 14 kesî jiyan axwe ji dest da û ji 70’ê zêdetir jî kes birîndar bûn, bi dehan sewal telef bûn.
 
Ev şewat parçeyek êrîşên sîstematîk ya li hember gelê Kurd e. Polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li Kurdistanê, li ser texrîbkirin û tunekirina warê Kurdan hatiye avakirin. Lê gelê Kurd di nava yekitiyê dewê birînên xwe bikewînin û berxwedanê bidomînin. Ev ji bo talankirina axa Kurdan tên kirin.  Gelê Kurd wê li dijî van polîtîkayan bisekinin û axa xwe biparêzin. Wê bi hev re birînên xwe bikewînin.