Platforma Jinan a Enqereyê dorpêça Kobanê protesto kir
- 20:38 4 Sibat 2026
- Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê diyar kir ku divê demildest dorpêça Kobanê bê rkairin, deriyên sînor bên vekirin û alîkarî bê şandin. Platformê wiha got: “Ev bangek lezgîne jiyaniye. Her saet windahiyên nû, trajediyê nû ne. Em jin dizanin; parastina jiyanê sînor nas nake.”
Platforma Jinan a Enqereyê li dijî dagirkirina Kobanê li Kolana Yukselê hatin gel hev. Li ser navê platformê Ebru Ozel daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku barê şer jin û zarok hildigirin û wiha hat gotin: “Hezaran kes ji ber pevçûnan ji warê xwe bûn. Di serî de Kobanê li Rojava gel têkoşîna jiyanê dide. Jin û zarok hedef tên girtin. Jiyan roj bi roj dikeve bin xetereyê. Bi zanebûn ewlehiya jin û zarokan tune tê hesibandin. Xwegîhandina hewcedariyên sereke pir zehmete.”
‘TIR bi rojane tên sekinandin’
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku jin nikarin xwe bigihînin alavên hijyenê, xizmetên welidînê, zarok têkoşîna jiyanê didin û wiha got: “TIR’ê alîkariyê yên ji Tirkiyeyê derketin rê li deriyên sînor tên sekinandin. Alîkarî amadeye, piştevanî amade ye. Lê desthilatdariya siyasî dibe asteng. Divê demildest deriyên sînor bên vekirin. Em bang li Tirkiyeyê û hemû saziyên navneteweyî dikin. Divê korîdora alîkariyê bê vekirin û demildest alîkarî bigihêjin jin û zarokan.”







