Wê doza Narîn Guran di 7'ê Mijdarê de bê dîtin 2024-10-23 15:26:57     AMED - Îdianameya der barê 4 bersûcên qetilkirina Narîn Guran de hat amadekirin ji aliyê 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Danişîna ewil a kiryaran dê di 7'ê Mijdarê de bê dîtin.   Lêpirsîna Narîn Guran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li taxa Çûlî ya navçeya Rezan ya Amedê hat windakirin û cenazeyê wê piştî 19 rojan hat dîtin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi dawî bû.    Îdîanameya ku ji bo mamê Narînê, Salim, dayika Narînê, Yuksel û birayê Narînê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar hat amadekirin, bi îdiaya "Bi qestî kuştina zarokê" ji aliyê 8'emîn Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.    4 bersûcên girtî wê di 7'ê Mijdarê de derkevin pêşberî dadger.