ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2026'AN

  • 09:00 20 Mijdar 2026
  • Rojev
 
* Melîke  Goksu a li girtîgeha Sîncanê girtî, diyar kir ku jin li dijî pergala kastîk civaka komunal demokratîk ava bikin û got: “Divê alternatîfa pergalê bê avakirin û veguherîn bibe teşeyê têkoşîna me ya nû.” 
 
* Ji Komîsyona Şopandina Aştiyê ya Jinê, jinan diyar kirin ku bêyî jinan aştî nayê avakirin û gotin jin kirdeya aktîf a pêvajoyê ne û wê şopdarên pêvajoyê bin. DÎMEN HEYE 
 
* "Hemû îdeolojî, heta roja îro, wekî komek taybetmendî û dînamîkan ku dişibin qanûnên mayînde û diyarker kar dikin ku ji derve ve li ser xwezaya civakî hatine ferzkirin. Di vê çarçoveyê de, têgihiştin û eşkerekirina xwezaya tundiyê ka ew çawa xwe ava dike û dike saziyeke mayinde û her wiha bi pêşxistina teoriyan çawa dibe pergal pêdivî bi lêkolîneke gelek berfireh dibîne." BI DÎMEN 
 
* Nûnera KCDP’ê ya Stenbolê Şîrîn Yalinçakoglu û ji Piştevaniya Mor parêzer Ece Yeşîl, da zanîn ku nefeqe ne mexduriyete, mafekî destûra bingehîne û gotin wê li dijî tundiya mêr-dewletê 25’ê Mijdarê de wê li Taksîm Tunelê bin. BI DÎMEN 
 
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê balkişandin ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kirin ku di şexsê Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu de divê hemû girtî bên berdan û gotin: “Ji girtîgehan cezane derdikevin. Divê wezareta dadê demildest bikeve tevgerê. BI DÎMEN 
 
*Li Başûrê Kurdistanê, di demekê de ku jin têkoşîna xwe ya li dijî tûndiyê, cudakarî û polîtîkayên serdestiya mêran didomînin, kêmasiya çarçoveyên zagonê, şert û mercên xebatê yên neewle, jiyana wan hêj dijwartir dikin. Endama Lijneya Rêveber a RÊPAK’ê Evîn Emîn û rojnamevan Hana Şivan bal kişandin ser tûndî û binpêkirinên mafan ên ku jin pê rû bi rû dimînin, her wiha bal kişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî; di heman demê de banga parastina mafên jinan û berfirehkirina têkoşîneke kolektîf kirin. DÎMEN HEYE