ROJEVA 18'YÊ MIJDARA 2026'AN

  • 09:00 18 Mijdar 2026
  • Rojev
 
*Dayika Rojîn Kabaîş ya bi guman jiyana xwe ji dest da, Aygul Kabaîş ev bang kir: “Di 25’ê Mijdarê de em ê dakevin kolanan. Divê her kes li dijî mirinên jinan dakevin kolanan. Divê em dakevin kolanan. Em bêdeng bimînin wê mirin hîn zêdetir bin.” DÎMEN HEYE 
 
*Dildara Meclîsa ÎSÎG’ê Dr. Asli Odman da zanîn ku tabloyeke zarokên ku bi her cureyên rîskan re hatiye rû hev heye û got: “Divê em tenê nebêjin mafên zarokan, divê em bibêjin ‘mafê zarokatiyê’. Yên polîtîkaya ked û çînî diafirînin, divê gavên rêxistinbûna taybet pêş bixînin.”  DÎMEN HEYE
 
*Irmak Tug a ku bi salan tundî lê hatkirin û di pêvajoya destberdanê de hewl hat dayîn bê qetilkirin,diyar kir ku hewldanên sînorkirina nefeqeyê, ewlehiya aboriya jinan hedef digire û got: “Wê mafê min kî biparêze.” DÎMEN HEYE