Xizmên Windayan çalakiya xwe ya heftane li dar xistin

  • 13:39 31 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê weke her hefteyê vê hefteyê jî li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin girtin û cezakirin.
 
Çalakiya lêgerîn û daxwaza edaletê ya Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê berdewam dike. Li her sê bajaran weke her hefteyê Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê çalakî li dar xistin û xwestin winda bên dîtin û faîl-kujer bên girtin û ceza kirin.
 
Amed
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 925emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
 
ÎHD û malbatên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram pirsîn. Mehmet Şîrîn Bayram di Mijdara sala 1996an de li navçeya Pasûrê ya Amedê ji aliyê cerdevan û leşkeran ve hatibû windakirin. Di çalakiyê de destpêkê dayika Mehmet Şîrîn Bayram, Remziye Bayram axivî. Remziye Bayram bal kişand ser pêvajoya aştiyê û wiha got: “Ev zêdetirî 2 salan e ku pêvajo destpê kiriye, lê ji bo kesên ku bi destê dewletê hatine windakirin tu tişt nehatiye kirin. Faîl nehatine dîtin û tu kes nehatiye cezakirin. Divê faîl werin dîtin û kesên ku ev tişt kirine werin cezakirin.”
 
Piştre xwişka Şîrîn Bayram, Halîme Bayram axivî û bal kişand ser çîroka birayê xwe û xwest kesên birayê wê kuştine werin girtin û cezakirin.
 
Piştre Endama Komisyona Windayan a ÎHDê Berfîn Elçî çîroka windakirina Mehmet Şîrîn Bayram xwend.
 
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Êlih
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî di hefteya 761emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nazim Gulmez ê ku di 15 Cotmeha 1994an de li gundê Qirmizîkoyê yê navçeya Xozatê ya Dêrsimê ku ji aliyê leşkeran ve hatibû revandin û qetilkirin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê, Xizmên Windayan, Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn. Girseyê di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hildan.
 
Çîroka windakirina Nazim Gulmez ji aliyê Emdamê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Bîlal Bîlgîn ve hate xwendin.
 
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Colemêrg
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” ku di hefteya 251an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozenen û Mûnîr Saritaş yên ku di 27ê Cotmeha 1995an de li gundê Alyewa yê bi ser navçeya Geverê ve hatibûn binçavkirin û windakirin hate pirsîn.
 
Daxuyanî, ji aliyê Hevseroka ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 31 sal in kujerên Abdulkerîm Yurtseven, Mîkdat Ozenen û Mûnîr Saritaş nehatine darizandin.
 
Piştî daxuyaniyê neviya Abdulkerîm Yurtseven, Zelal Yurtseven li ser navê malbatê axivî. Zelal Yurtseven destnîşan kir ku bapîrê wê di 73ê saliya xwe de hate windakirin û heta niha kes nehatiye darizandin û cezakirin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.