Ayten Kaplan: Kurdan gav avêt lê dewlet hîna hesaban dike

  • 09:03 30 Cotmeh 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE- Berdevka Tevgera Jinên  Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan  da zanîn ku tevgera Kurd di çareçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gelek gav avêtine lê dewletê bersiv nedaye û got: “Dewlet hîna hesaban dike. Ev piştgiriyê nade pêvajoyê.”
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ligel Tirkiye û Kurdistanê di rojev û têkoşîna Kurdên li Ewropayê dijîn de cih digire. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di qada têkoşîna Kurdên li Ewropayê de cih digire.
 
Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Ayten Kaplan der barê mijarê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Nêzîkatiya dewletê pêvajoyê radiwestîne’
 
Ayten Kaplan da zanîn ku nêzîkatiya dewletê ji aliyê Kurdên li Ewropayê ve jî dibe sedema nîqaşan û wiha got: “Kurdan gelek gav avêtin. Lê hîna dewlet bêdeng e û gavê navêje. Ev pêşî li pêvajoyê digire.Yekalî avêtina gavan ne rast e. Dewlet hîna di nêzîkatiyeke hesaban de ye.  Bêsamimiyet û bêcidiyeta di çareseriyê de tê nîqaşkirin. Ev di civîn û serdanên gel de tên rojevê. Tevî vê israra di aştiyê de didome.
 
‘Divê encamên şerê 50 salî bê nirxandin’
 
Ayten Kaplan balkişand ser rol û şertên Abdullah Ocalan û wiha domand: “Yê diyalog da destpêkirin Birêz Ocalan e. Îradeya siyasî ya pêvajoyê ye. Hîna nêzîtiya li hember vê îradeyê nehatiye nîşandan. Divê hevdîtinên bi Ocalan re bên berfirehkirin. Armanca pêvajoyê çi ye, wê çawa pêş bikve, gavên tên avêtin wê çawa bên nirxandin? Divê windahî û encamên şerê 50 salî bên dîtin. Divê êdî tu kes nemirin û dayik negirîn. Dewlet bi gavên parçekirî re naxwaze pêvajoyê fermî bike. Divê çarçoveyeke zelal der barê gerîlayên dawî li têkoşîna çekdarî anîne bê avakirin.”
 
‘Divê hevdîtin bên berfireh kirin’
 
Ayten Kaplan di berdewamiyê de destnîşan kir ku  polîtîkayên Tirkiye ji ser geşedanên herêmê dide meşandin bandorê li pêvajoyê dikin û ev tişt anî ziman: “Divê dewlet ewil di sînorên xwe de pirsgisrêka Kurd çareser bike.Dewlet pêvajoyê taloq dike lê divê gav bên avêtin. Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bên berfirehkirin divê pêvajo zelal bê meşandin. Di nav dewletê de yên pêvajoyê qebûl nakin hene. Ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Divê pêşî li vê bê girtin, hevdîtinên bi Ocalan re bên berfirehkirin, pêşniyarên wî bên nirandin. Tirkiye pêvajoyê pêş nexîne wê di qada navneteweyî de jî bixitime. Divê Tirkiye pirsgirêkê di nav xwe de çareser bike.”
 
‘Divê hevdîtin bên fermîkirin’
 
Ayten Kaplan  diyar kir ku Kurdên li Ewropayê dijîn hêzek civakî ya rêxistinikrîne û  hevdîtinên xwe yên bi saziyên siyasî re didomînin û wiha dirêjî dayê: “Kurd li welatên lê ne mafên xwe dixwazin. Li Ewropayê 3-4 mîlyon Kurd dijîn. Girseyek rêxistinkirî ya di hemû qadan de hebûna xwe didomîne. Daxwazên me hene. Em dixwazin nasnameya me bê nasîn, zimanê me li dibsitanan bê fêrkirin û îradeya me bê nasîn. Divê Kurd bi nasnameya xwe bên nirxandin.  Dema pêkanîna biryarên DMME’ê hatine. Divê êdî hevdîtin li pişt deriyan neyên kirin û divê di zemîna fermî de bên meşandin.  Her wiha nezelaliya der barê vegerên ji Ewropayê û çiyan jî didome. Divê rêbaza vegeran zelal bibe.  Dibêjin yên çek bikarneanîne wê bikaribin vegerin, yên bi kara nîne nikarin vegerin. Wê demê bi hezaran mirov wê li çiyan bin. Bi vê nêzîkariyê aştî çawa pêkan e? Divê hawireke ku mirov bikaribin vegerin bê avakirin. Divê delwet ne şertan, ewlehiyan pêşkêş bike. Demorkatîkbûn bi vegeran sînor nîne. Berdana girtiyên siyasî, radestkirina siyasetmedaran azadiya fik rû ramanê, tundiya li ser jinê divê ev hemû bên dîtin.”
 
‘Divê îradeya jinan esas bê girtin’
 
Ayten Kaplan di dawiya axaftianx we de li ser xebatên ku jin di çarçoveya pêvajoyê de dimeşînin sekinî û got: “Guherîn ne hêsanin. Li dijî her pêşketineke nû em difikirin ku em çi qezenc dikin an winda dikin. Em hêza xwe ya rêxistinkirî çiqas mezin bikin em ê evqas piştgirî bidin guherînê. Di aştiyê de îradeya jinê divê esas bê girtin. Gotinên jinan ên der barê aştiyê de hene. Ji ber yên herî zêde zirarê dibînin jin in.Ji bo nifşê pêşerojê divê em berpirsyariyê bigirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk têkoşînek demdirêj dxwaze. Ez bawer dikim bi têkoşînê em ê bi ser kevin.”