Çalakiya parastina ekolojiyê li Gundê Arzoxliyê berdewam e

  • 15:14 29 Cotmeh 2026
  • Ekolojî
AMED - Çalakiya şêniyên gundê Arzoxliyê ya li dijî projeya GES'ê berdewam dike. Plaatforma Saziyên Demokratîk ku serdana çalakvanan kir xwest ku demildest dawî li projeyê bê anîn.  
 
Li Gundê Arzoxliyê yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê çalakiya şêniyên gund a li hember çêkirina projeya GES'ê di roja 8'emîn de berdewam dike. Şîrketa ku dixwaze projeya GES'ê li ser erdên gund ava bike, ev çend roj in, tevî leşkeran tê qada projeyê. Gundî jî li dijî vê yekê têdikoşin. Gundiyên di nava çalakiyê de gotin ku heta talan raneweste, ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
Gundiyan li wir bang li berpirsyaran kirin û xwestin ku xebata tê kirin bidin sekinandin. Gundiyan her wiha diyar kirin ku heta talan raneweste, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûçem Elyakût jî bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî xwezayê û wiha got: “Em li dijî van polîtîkayên dewletê li cem gelê xwe ne. Heta ku talana wan biqede, em ê tevî gelê xwe bi hev re têbikoşin.”
 
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê Sabrî Kiliç jî got ku bila proje bê betalkirin û bang li saziyên herêmî û navendî kir ku xwedî li qadên jiyanê derkevin."
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya gundiyan bi dirûşman berdewam kir.