Li Girtîgeha Qizilhesarê îşkence li girtiyan kirin

  • 15:23 29 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nêzîkî 700 girtiyên ku bal kişandin ser kêmasiyên li Girtîgeha Qizilhesarê, rastî êrîş û êşkenceya gardiyanan hatin.
 
Malpera Dengê Girtiyên Îranê, derbarê rewşa girtiyên li Girtîgeha Qizilhesar ya bajarê Kerec hin agahî parve kir.
 
Li gor agahiyên hatine parvekirin, nêzî 700 girtiyan li dijî kêmasiyên pêdivî û xizmetguzariyan nerazîbûn nîşandane.
 
Di beramber de gardiyanan bi fermana rêveberê girtîgehê Elakerem Ezîzî êrîşî ser girtiyan kirine û êşkence li hin girtiyan kirine.