Li Bedlîsê astengkirina tahliyeyan hate protestokirin
- 18:41 23 Cotmeh 2026
- Rojane
BEDLÎS- TUHAY-DER’ê ku astengkirina tahliyekirina girtiyan protesto kir, balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xwest demildest gavên şênber bên avêtin.
Girseya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên Girtî û Mehkûman re (TUHAY-DER) li pêşiya Edliyeya Bedlîsê li hev civiya, li dijî astengkirina berdana girtiyan daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa, “Ne berdana înfazan, azadî ji girtiyên siyasî re” hate vekirin û dirûşmeyên, “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
Endamê TUHAY-DER’ê Emre Gulmez diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di civakê de hêviya aştiyê ji nû ve şîn kiriye û anî ziman ku bendewariyên wan ên berdana girtiyan zêde bûye.
Emre Gulmez bilêv kir ku li girtîgehan zext her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku em di nav de ne, di nava hemû gelan de û di her beşê civakê de bawerî û biryardariyê mezin dike. Divê ev bendewarî veguherînin rastiyê û dawî li bêhiqûqiyê bê anîn. Divê gavên şênber ku wê rêya aştiyê veke, tavile bên avêtin.”
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê ya ji bo 15 deqîqeyan pêk hat.







