Ji Girtîgeha Erzînganê du jin tehliye bûn
- 16:11 23 Cotmeh 2026
- Rojane
ERZÎNGAN - Girtiyên siyasî Zeynep Topçu û Ziynet Saglamku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzinganê dihatin girtin, hatin tehliyekirin.
Piştî nirxandina ku îro ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK) ve hat kirin, biryar hat dayîn ku Zeynep Topçu û Ziynet Saglam ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzinganê bên berdan. Hêjayî gotinê ye ku berdana Ziynet Saglamê berê rastî hin astengiyan hatibû.
Di dema berdanê de, Zeynep Topçu ji aliyê malbata xwe û nûnerên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ve hat pêşwazîkirin. Ziynet Saglam jî ji ber cudahiyeke di qetdmb fermî de ku bi şaşî nîşan dida ew ne welatiya Tirkiyeyê ye, her çend di rastiyê de welatiyê Tirkiyeyê be jî jli gel cendirmeyan şandin Navenda Şopandina Koçberiyê ya Erzinganê.







