Êrîşên li ser wêneyên şehîdan hatin şermezarkirin

  • 14:31 15 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nerazîbûna li dijî êrişa li ser nirxên şehîdan û sembolên Kurdî li taxa Xwêyran a bajarê Hesekê dewam dikin.
 
Kongra Star, PYD û Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên li ser sembolên Kurd û nirxên şehîdan, her wiha êrişa li ser buroya PYD'ê ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê şermezar kirin.
 
Til Temir
 
Li Til Temirê, Kongreya Star, di daxuyaniyekê de ku li baxçeyê Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin, kiryarên bêrêziyê yên li taxên Xiwêran û Neşwa şermezar kir.
 
ji rêveberên Konra Star Hadla Younis daxuyanî xwend û diyar kir ku bêrêzkirina wêneyên şehîdan êrişek li ser beşek berfireh a civakê.
 
Her wiha Meclisa Jinan a PYD`ê, di daxuyaniyek cuda de ku ji hêla endama meclisê Boza Saleh ve hate xwendin, êrişa li ser wêneyên şehîdên jin li Hesekê şermezar kir.
 
Daxuyaniyê diyar kir ku hedefgirtina kesên ku jiyana xwe ji bo azadiya jinan feda kirine, têkoşîna jinan û îradeya wan a azad lawaz dike û dixwaze di demek hesas de nakokiyan derxîne holê.
 
Çilaxa
 
Li Çilaxa, PYD`ê êrişa li ser ofîsa wê ya li taxa Xiwêran û bêrêziya li hember wêneyên şehîdasn şermezar kir.
 
Hevseroka ofîsa partiyê li Çilaxa Menal Ferso, diyar kir ku armanca êrişê ne tenê saziyeke siyasî bû, lê di heman demê de malbatên şehîdan jî pir aciz kiriye.
 
Dirbêsiyê
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dirbêsiyê di daxuyaniyekê de ku li Meydana Şehîdan ji hêla endama Navenda Çand û Hunerê Nûrîn Sîno ve hate xwendin, ev kiryar şermezar kir û got: "Rakirina wêneyên rêbertiya me êrişeke mezin e li ser sembolên me û bêrêziyeke li ser îradeya gelê me.
 
Wêneyên rêbertiya me sembola azadiyê ne û her kesê ku destê xwe dirêjî van wêneyan bike, destê xwe dirêjî dilê bi hezaran şehîdan dike."
 
Zirgan
 
Li bajarê Zirganê, meclisa bajêr li ber avahiya meclisê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla nûnerê medyayê yê meclisê Yûsiv El Meter û endama meclisê  Cîhan Nima ve hate xwendin.
 
Daxuyaniyê diyar kir ku parastina azadiya derbirînê û kombên aştiyane wekî mafekî rewa ye daxwazên xwe yên rewa û dadperwer diyar bikin.
 
Daxuyaniyê bang li hemî beşên civaka Zirganê kir ku bo hişmendî tevbigerin û rê nedin her kesê ku hewl dide nakokiyan çêbike an êrişî destkeftiyên neteweyî û sembolên civakê bike.