Di lêpirsîna Halk TV'yê de 11 kes hatin binçavkirin

  • 10:44 14 Cotmeh 2026
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di lêpirsîna der barê Halk TV’yê de 11 kes hatin binçavkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, têkiildarî lêpirsîna der barê Halk TV'yê de daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku der barê Serokê Lijneya Rêveber a Halk TV'yê Cafer Mahîroglû de bi îdiayên "bertil", "xerakirina fesadê" û "fihêtkirina malen ji ber sûc" lêpirsîn hatiye meşandin. Hat gotin ku di çarçoveya lêpirsînê de der barê 17 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û ji van kesan 11 kes hatine binçavkirin. Her wiha şîrketên ku Mahîroglû rêvebiriya wan dike hatine desteserkirin û TMSF wekî qeyûm tayinî wan hatiye kirin.