Bîranîna pakrewanan di roja duyemîn de didome
- 13:02 15 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Merasîma bîranîna 26 pakrewanan ên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê, di roja duyemîn de didome.
Bîranîna 26 pakrewanên YJA-STAR û Yekîneyên Parastina Gel (HPG) ên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ku di demên cuda de li Qadên Parastina Medyayê jiyana xwe ji destdane ketine, li bajarê Qamişloyê di roja duyemîn de didome. Bîranîn li Stadyûma Heysem Kiço pêk tê.
Malbatên pakrewanan bi dirûşma “Şehîd Namirin”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” û wêneyên zarokên xwe hatin qada bîranînê. Rêveber û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, gelê li Stadyûmê bi coşek mezin malbat pêşwazî kirin. Her wiha gelê herêmê diherike stadyûmê.
Îro gel û saziyên bajarên din ên Rojava û bajarê Qamişloyê, kesayetên olî, xwendekar û mamoste serdana konê bîranînan dikin û ji hêla malbatên şehîdan ve tên pêşwazîkirin.
Dê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li ser navê pêkhateya Ereb, Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, meclîsên bajarên Dêrik, Dirbesiyê, Girgê Legê, Çilaxa, Hesekê axaftin bên kirin. Her wiha li ser navê eşîrên Ereb ên Til Hemîsê jî dê axaftinek bê kirin.
Dê sînevîzyona bi navê “Sînevîzyona Çiyayên Azad” bê nîşandan.
Di dawiyê de dê bawernameyên pakrewanan bên xwendin û radestî malbatan bê kirin.







