Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur li dij îdamê bang kir

  • 10:07 15 Cotmeh 2026
  • Rojane
AMED -Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur têkildarî nêzîkatiya Rejîma Îranê ya li ser jinên Kurd û gelê Kurd diyar kir ku divê rejîma Îranê destên xwe ji ser jinên Kurd û gelê Kurd bikşîne û wiha got:"Em wek jinên Bakurê Kurdistanê, ji vir bang li hemû cîhan û gelan dikin ku li dijî van polîtîkayên Îranê yên qirker û hovane bêdeng nemînin da ku pêşî li darvekirin û qirkirina li ser jinên Kurd û gelê Kurd bê girtin."
 
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur li dijî nêzîkatiya Rejîma Îranê ya li ser jinên Kurd û gelê Kurd daxuyaniya nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em careke din hemû êrîş, qirkirin, tundî û tunehesibandina rejîma Îranê ya faşîst a li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin û em dibêjin: Demildest destên xwe yên qirêj ji ser jinên Kurd û gelê Kurd bikşînin."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd nêzîkatiya Rejîma Îranê ya li ser jinên Kurd û gelê Kurd bi tundî şermezar dikin !
 
Rejîma faşîst a Îranê bi salan e bi awayekî hovane Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve dike û  qetil dike. Di van salên dawîn de bi sedan jin û ciwanên Kurdan darve kiriye û qetil dike.  
 
Li dijî Kurdan li pêş çavên cîhanê sûcê mirovahiyê dike. Bi salan e bi awayekî hovane polîtîkayên qirker li ser gelê Kurd dimeşîne û ji her aliyî ve mafê mirovatiyê binpê dike. Rejîma faşîst a îranê ji roja ku Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye perçekirin û heta îro bi her awayî tundî û qirkirinê li ser gelê Kurd dimeşîne. 
 
Îro bi sedan Kurd, li girtîgehên Îranê dîlgirtî ne. Muzîkjen Alî Sîna Mostefawî jî hat darvekirin û her wiha îsal 34 kes hatine bidarvekirin.  
 
Gelek ji wan bi îdamê tên darizandin, li gelekan cezayê îdamê hatiye birîn. Yek ji wan kesên ku cazayê îdamê lê hatiye birîn, jina Kurd a bi navê Werîşe Muradî ye. 
 
Em wek jinên Bakurê Kurdistanê, ji vir bang li hemû cîhan û gelan dikin ku li dijî van polîtîkayên Îranê yên qirker û hovane bêdeng nemînin da ku pêşî li darvekirin û qirkirina li ser jinên Kurd û gelê Kurd bê girtin.
 
Em careke din hemû êrîş, qirkirin, tundî û tunehesibandina rejîma Îranê ya faşîst a li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin û em dibêjin: Demildest destên xwe yên qirêj ji ser jinên Kurd û gelê Kurd bikşînin."