Kesê destdirêjî li wêneyên pakrewanan kiribûn hatin binçavkirin

  • 14:10 14 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate zanîn ku kesê bi navê Nasir Tariq Etiya destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kiriye û ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye girtin.
 
Nûçegihana ANHA'yê agahî da ku kesê bi navê Nasir Tariq Etiya duh li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyê şehîdên jin kiribû û ew niha ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye binçavkirin. 
 
Duh (çarşem) li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdan hatibû kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî ew wêne ji nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Xiwêran hatiye wergirtin.
 
Nasir Tariq Atiya ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ye.