Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da
- 13:07 14 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku êrişên li ser sembolên gelê Kurd, pakrewan û pêşengên jin ên li Hesekê ji bo rakirina li ber hev a gelên Kurd û Ereb têne kirin.
Koordînasyona Kongra Star li ser provokasyonên dema dawî yên li Hesekê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Provokasyonên ku di demên dawî de li Hesekê rû didin, hewldanên wan hêzan e ku dixwazin gelên Kurd û Ereb derxînin pêşberî hev û şer û dijminatiya di navbera gelan de kûr bikin. Bi taybetî piştî ketina komên çete yên ku ji cihên weke Serêkaniyê, Dêrazor û Şedadê anîne Hesekê, êrîşên tirsonek û nemerdane yên li dijî nirx, sembol, şehîd û pêşengên gelê Kurd, bi taybetî jî pêşengên jin, zêde bûne. Ev êrîş perçeyek ji polîtîkayên provokator ên wan hêzan e ku dixwazin di navbera gelan de pevçûnê derxînin û bi zorê şerekî Kurd-Ereb bidin destpêkirin.
Gelên Kurd, Ereb û gelên din ên Hesekê bi sedsalan e li ser bingeha rêzgirtina li nasname, bawerî û nirxên hev, bi hev re dijîn. Gelên xwecihî yên Hesekê ne şer û dijminatiyê, lê aştî û jiyana bi hev re dixwazin. Îro eger tê xwestin ku pevçûnek Kurd-Ereb bê afirandin, diyar e ku ev yek ne îradeya gelan, lê armancên wan hêzan nîşan dide ku agirê vê pevçûnê gur dikin.
Her wiha ev bûyer careke din nîşan daye ku armanckirina wêneyên pêşengên me yên jin, ne tenê êrîşek e li dijî nirxên gelê me; di heman demê de zîhniyeta serdest a mêr, zayendperest û dijminê jinê ye ku dixwaze têkoşîna azadiyê, pêşengiya civakî û îradeya jinê tepeser bike. Di demekê de ku rastiya dîrokî li ber çavan e ku bi hezaran jinên YPJ’yî di bin van alayan de, bi fikir û têkoşîna van pêşengan li dijî DAIŞ'ê şer kirin û DAIŞ têk birin, îro di bin navê pêvajoya entegrasyonê de binpêkirina wêneyên heman pêşengan, nîşaneya eşkere ya xwe-ferzkirina zîhniyeta daiş’ê ya bi şêwazên cuda ye. Heqareta ku îro li van ala û pêşengên ku duh sembola berxwedana li dijî tarîtiya daiş’ê bûn tê kirin, ne tenê li dijî destkeftiyên gelê Kurd e, di heman demê de êrîşeke nemerdane ye li ser cewherê têkoşîna dîrokî ya ku li dijî daiş’ê hatiye dayîn.
Weke Kongra Star, em van êrîşên ku li ser sûretên Serokatiya me, rûmet, şehîd, pêşengên jin û sembolên gelê Kurd dikin armanc, bi tundî red dikin û qet qebûl nakin. Ji pêşîgirtina li van êrîşan, misogerkirina ewlehiyê li Hesekê û kontrolkirina wan komên ku dixwazin di navbera gelan de pevçûnê derxînin, hikûmeta demkî bi awayekî rasterast berpirsyar e. Hikûmeta demkî ya Şamê bi taybetî divê li hemberî provokasyonên ku li Taxa Xiwêranê tên afirandin gavên şênber biavêje, kesên ku van êrîşan pêk tînin tespît bike û hesab ji wan bixwaze. Hesabxwestin divê tenê di gotinê de nemîne, lê bi awayekî şefaf û pêbawer be ku baweriya civakê pêk bîne.
Tevî nêzîkatiya dilpak, avaker û erênî ya aliyê Kurd ji bo pêvajoya entegrasyonê, nayê qebûlkirin ku îradeya gelê Kurd neyê naskirin û li hemberî êrîşên li ser nirxên wî bêdengî bê parastin. Têgihîştineke entegrasyonê ya ku îrade û mafên gelan esas nagire û li ber êrîşên li ser nirxên gelan bêdeng dimîne, zirarê dide jiyana hevpar. Ji ber vê yekê em ê têkoşîn û çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin.
Ji vir em bang li hemû jinan, rêxistinên jinan, hêzên demokratîk, hemû gelên Rojava, gelê Kurd û derdorên dost dikin; li hemberî êrîşên li ser Serokatiya me, rûmet, nirx û sembolên gelê me, em we vedixwînin ku li ser bingeha hemû mafên xwe yên demokratîk û hiqûqî dengê xwe bilind bikin, helwesteke hevpar bigirin û îradeyeke xurt derxînin holê. Em rê nadin ji bo wan hewldanan ku armanc dikin gelên Kurd û Ereb derxînin pêşberî hev, di navbera gelan de dijminatiyê biafirînin û herêmê ber bi nava şerekî mezin bikin.
Tu kes nikare yekîtiya dîrokî, îradeya jiyana hevpar û têkoşîna azadiyê ya gelên me ji bo hesabên xwe yên tarî bi kar bîne. Kesên ku hewl didin tovên dijminatiyê di navbera gelên Kurd û Ereb de biçînin, divê bizanibin ku dê li hemberî van provokasyonên ku îradeya gelên me dikin armanc, bi helwesteke xurt a demokratîk re rû bi rû bimînin. Ev helwesta bêperwa ya ku bi pêpeskirina wêneyên şehîdên pêşeng û Rêbertiya gelê Kurd tê nîşandan, ne tenê bêrêziyeke eşkere ye li hember bîranîna şehîdên me û nirxên gelê me, di heman demê de provokasyoneke zanebûn e ku bîra dîrokî, rûmet û îradeya azadiyê ya gelê Kurd dike armanc; tu kes divê nefikire ku bi êrîşkirina ser nirxên pîroz ên gelê Kurd dê bikaribe di navbera gelên me de dijminatiyê biafirîne û bi van rêbazên rûreşker îradeya gelê me teslîm bigire. Li hemberî vê yekê, parastina nirxên me mafê me yê herî rewa ye.
Ji bo pêşîgirtina li hemû provokasyonên ku heta îro li Hesekê rû dane û ji niha pê ve dikarin rû bidin, em hikûmeta Şamê berpirsyar dibînin. Em ti êrîşeke ku nirxên gelê me binpê dike, jiyana hevpar a gelan dike armanc, qebûl nakin. Di heman demê de em dibejin ku bila saziyên pêvendidar derkevin û lêpirsînekê di derbarê vê bûyerêde bikin û kesên li pişt vê bûyerê û kesên rasterast kirinî hesap bixwazin."







