'Divê statuya Abdullah Ocalan bê nasîn'

  • 09:03 12 Cotmeh 2026
  • Rojane
ÊLIH - Jin der barê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" de axivîn û diyar kirin ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nasîn.
 
Piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir şûnde, di çarçoveya zemîna hiqûqî de ‘Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî’ ya wek Qanûna Çarçoveyî tê zanîn ket meriyetê. Der barê bêçekbûnê ya di qanûnê de hatiye destnîşankirin, rapora teyît û testpîtê ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) tê payîn. Ji bo pêvajo baş bê meşandin daxwaza statuya hiqûqî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikeve pêş.
 
‘Bendewariyên gel hene’
 
Aktîvîsta TJA’yê Hava Can da zanîn ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin pêşî li mirinan girtiye û got: “Pêvajo ev du sal in didome û hîna ji bo gelê Kurd nebûye bersiv. Ji bo vê pêvajoya du salan dikarim bibêjim ku mirin çênebûne. Ji ber vê jî pêşî li mirinan girtiye. Bendewariyên gel hene lê hîna nehatine cih. Hêviya me ev e ku pêvajo erênî bi encam bibe.”
 
‘Em di pêvajoyek cuda de ne’
 
Hava Can di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê dewlet girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de bibîne û wiha anî ziman: “Divê statuya Abdullah Ocalan bê dîtin. Divê dewlet vê statuyê bibîne. Ev pêvajo naşibe pêvajoyên din. Ji ber yekser serokatî pêşengiya vê dike û jbo vê jî di fermiyetê de nav ne girîng e, çi dibe bila bibe serokatî pêşengiya pêvajoyê dike. Ev pêvajo ji aliyê serokatiyê ve hatiye nokteyekê. Ji vir şûnde girîngiya serokatiyê ya di pêvajoyê de divê bê dîtin.”
 
‘Şer rawestiyaye’
 
Rêvebera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulsume Esen destnîşan kir ku pêvajo heta nokteyekê hatiye û wiha anî ziman: “Dibe ku ji aliyê gel ve demek dirêj bê dîtin lê siyaset ne tiştekî hêsan e, pêvajoyên dirêj pêwist dibîne. Ji bo siyasetê dema dirêj pêwist dike. Şer rawestiyaye. Divê ev biçûk neyê dîtin. Ji bo şerê çekdarî bidawî be demên dirêj hewce dikin. Dewlet gavên giran davêje. Şans nemaye. Neçar e gavan bavêje û li ser maseyê bi Kurdan re çareseriyê pêk bîne.”