ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 1 Cotmeh 2026
  • Rojev
 
*Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku pirsgirêkên di perwerdehiyê de veguherîne krîzê û got ku tunehesibandina perwerdehiya bi zimanê dyaikê, nebûna butçeyê û pirsgirêkên bingehîn ên fîzîkî bi sedhezaran zarokan ji perwerdê bêpar dihêle û got: “Divê mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dyaika bê pere bikeve bin ewlehiyê û ji bo krîza perwerdê çareser bibe gavên lezgîn bên avêtin.” DÎMEN HEYE
 
*Elîf Bulut da zanîn ku desthilatdarî nêzîkatiya li hember pêvajoyê li gorî geşedanên herêmî dimeşîne û ji bo pêşiya pevajoyê vebibe, fikarên civakê ji holê rabibin divê Abdullah Ocalan bi gel re raste rast bê gel hev. DÎMEN HEYE
 
*Li Bulamê jinên kedkarên çandiniyê ku beramberê keda xwe nagirin wiha gotin: “Qezenca ser erdan ket, ked zêde bû. Ez nexebitim wê 4 hezar têrî çi bike? Kirêya min ya sê mehan ketiye ser hev em nikarin bidin.” DÎMEN HEYE