ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2026'AN 2026-10-01 09:00:00     *Funda Demîr Bozkurt da zanîn ku pirsgirêkên di perwerdehiyê de veguherîne krîzê û got ku tunehesibandina perwerdehiya bi zimanê dyaikê, nebûna butçeyê û pirsgirêkên bingehîn ên fîzîkî bi sedhezaran zarokan ji perwerdê bêpar dihêle û got: “Divê mafê perwerdehiyê yê bi zimanê dyaika bê pere bikeve bin ewlehiyê û ji bo krîza perwerdê çareser bibe gavên lezgîn bên avêtin.” DÎMEN HEYE   *Elîf Bulut da zanîn ku desthilatdarî nêzîkatiya li hember pêvajoyê li gorî geşedanên herêmî dimeşîne û ji bo pêşiya pevajoyê vebibe, fikarên civakê ji holê rabibin divê Abdullah Ocalan bi gel re raste rast bê gel hev. DÎMEN HEYE   *Li Bulamê jinên kedkarên çandiniyê ku beramberê keda xwe nagirin wiha gotin: “Qezenca ser erdan ket, ked zêde bû. Ez nexebitim wê 4 hezar têrî çi bike? Kirêya min ya sê mehan ketiye ser hev em nikarin bidin.” DÎMEN HEYE