'Ev gel û jin wê bi xwe biryara xwe bidin'
- 20:38 30 Îlon 2026
- Rojane
RIHA - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu di civîna li gundê Cibînê yê Xelfetiyê bi jinên Turkmen re hat lidarxistin de axivî û got: “Rêveberiya vê axê û ka wê çawa bijîn dê ev gel û jin bi xwe biryarê bidin. Çareserî di jiyana demokratîk de ye.”
Meclisa Jinan a DEM Partiya li Rihayê bi jinan re hat cem hev. Civîna ku di çarçoveya xebatan de li gundê Cibînê ya navçeya Xelfetiyê hat lidarxistin, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, endama Koordînasyona Jinan İdîl Ugurlu û gelek jin tevlî bûn.
Civîn di çarçoveya dirûşma “Di avakirina civaka aştî û demokratîk de civînên jinan” de pêk hat. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglu destnîşan kir ku ew bi têkoşîna wekheviyê ya jinan behsa aştiyê dikin û got: “Em dixwazin di axa qedîm de pêşerojeke çawa hebe li ser wê biaxivin. Li gelek herêmên Tirkiyeyê em bi van civînan ji aliyekî ve bîr, dîrok û borîya xwe bi bîr tînin, ji aliyê din ve jî em li bersiva pirsên ‘dê aştiyeke mayînde çawa bibe’ û ‘pirsgirêkên vê civakê dê çawa werin çareserkirin’ digerin.”
‘Jinan tu carî redkirina ziman, nasname, bawerî û nirxên xwe qebûl nekir’
Halîde Turkoglu da zanîn ku di çareserkirina pirsgirêkan de ew bi prensîbên wijdan, exlaq û jiyana hevbeş tevdigerin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku desthilatdaran di dirêjahiya dîrokê de her dem gel berdan ber hev. Her dem înkarkirineke mezin hebû. Zimanek, nasnameyek û baweriyek hat redkirin. Ev redkirin jî bû sedema zêdetir tundî, pevçûn û mirinan. Îro em wek jin bawer dikin ku divê ev tişt raweste. Em jinan tu carî redkirina ziman, nasname, bawerî û nirxên xwe qebûl nekir. Em vê tiştî bi taybetî bi siyasetê bi bîr dixin: Jiyaneke demokratîk divê çawa be? Li vê welatî pirsgirêkên herî mezin bi îskarkirina demokrasiyê dest pê kirin. Birçîbûn û tundiya li ser jinan di bingeha xwe de encama nebûna wekhevî û demokrasiyê ye.”
‘Dê gel, jin û ciwan biryarê bidin’
Halîde Turkoglu bal kişand ser Pêvajoya Civaka Aştî û Demokratîk û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo vekirina rûpeleke nû em di nav hewldaneke mezin de ne. Em dizanin ku ev mesele ne tenê meseleya Kurdan e. Înkarkirina zimanê Kurdan, di boriyê de ji înkarkirina bawerî û nasnameya Ermeniyan, Suryaniyan û Elewiyan hat. Wê demê mesele ew e ku em çawa tên rêvebirin. Yên ku dixwazin bi înkarkirinê hebûna xwe bidomînin, ji bilî şer ti tiştekî din nedan vê axê. Her wiha em dibêjin ku xwediyên eslî yên van axan gelên qedîm, jin û ciwan in. Wê li ser van axan çawa bijîn jî dê ev gel û jin bi xwe biryarê bidin.”
Civîn bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.







