Navnîşana nû ya jinan Navenda Jiyana Jinan a Huzurevleriyê ye
- 13:28 16 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Kursên ku li Navenda Jiyana Jinan a Huzurevleriyê ya Şaredariya Peyasê hatine vekirin, bûn navnîşana nû ya jinan. Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, ji bo ku bi jinên beşdarî kursan re bicive serdana navendê kir û diyar kir ku ew ê van xizmetên serkeftî berfirehtir bikin.
Navenda Jiyana Jinan a Huzurevleriyê, ku di Gulanê de di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de hat vekirin, deriyekî nû ji jinan re vekir. Navend di warên sêwirana modayê ya bingehîn, pîşeyên destan û pilatesê de kursên belaş pêşkêş dike. Digel ku navend xizmeta şêwirmendiyê jî dide jinan, qadeke lîstikê jî ji bo zarokên jinên ku beşdarî kursan dibin amade kiriye.
Hevşaredar Sîncar, endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên hevşaredaran serdana navendê kirin û li wir bi jinan re civiyan. Di dema serdanê de, li ser pêvajoyên perwerdehiyê û hilberînê, serpêhatiyên jiyana rojane, her wiha li ser pêdivî, daxwaz û pêşniyarên jinan danûstandina ramanan hate kirin û guhdariya wan hat kirin.
Hevşaredar Sîncar diyar kir ku ew ê van xizmetên serkeftî berfirehtir bikin û axaftina xwe wiha domand:“Em bi însiyatîfeke ku bi ked û biryardariya jinan diafirîne tevdigerin û hilberîneke kolektîf bi hevgirtinê re xurt dikin. Di vî warî de, ji dema ku me dest bi vî karî kiriye, me gelek navendên bi vî rengî ji gel re vekirine û cihên ku berê neçalak bûn ji nû ve zindî kirine.”
Hevşaredar her wiha diyar kir ku bi feraseta şaredariyeke wekhev, ew bi hev re jiyaneke wekhev û azad ku ked û îradeya jinan lê diyar e ava dikin û hevgirtinê xurt dikin.







