Girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên Evîn û Yezdê dest bi greva birçîbûnê dikin

  • 15:52 15 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çar girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê di salvegera çaremîn a qetilkirina Jina Emînî û destpêkirina serhildana "Jin Jiyan Azadî" de, ji bo piştgiriya greva giştî dest bi greva birçîbûnê bikin.
 
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, çar girtiyên siyasî yên Kurd bi peyamek diyar kirin ku ew greva birçîbûnê wekî "riya herî şaristanî ya îfadekirina nerazîbûnê" dibînin. Girtiyan  destnîşan kir ku ew di salvegera çaremîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana şoreşgerî ya "Jin Jiyan Azadî" de, tevlî greva giştî ya li Kurdistanê dibin.
 
Çar girtiyên siyasî tevlî grevê dibin
 
Girtiyên bi navên Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Sakîne Parvaneh û Motabal Ehmediyan ku li girtîgehên Evîn û Yezdê tên girtin, ragihandin ku ew ê roja 16’ê Îlonê, ji bo piştgiriya banga greva giştî, dest bi greva birçîbûnê bikin.
 
Banga Hevpeymaniya Hêzên Siyasî
 
Banga greva giştî ya roja 16’ê Îlonê ku bi salvegera çaremîn a qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirina serhildana "Jin Jiyan Azadî" re hevdem e, ji aliyê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye kirin. Hevpeymaniyê bang li gel kir ku bi girtina dikan û bazaran û bi redkirina çûyîna kar, tevlî vê grevê bibin.
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê vê çalakiyê wekî piştgiriya girtiyên siyasî ji bo banga greva giştî ya li Kurdistanê bi nav kir.