Kovara ‘Jinên Rojhilat’ hate weşandin
- 15:15 15 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, hejmareke taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ hate weşandin ku balê dikişîne ser qurbaniyên şoreşê û lêkolîneke taybet derbarê rêyên pêşengtiya jinan de pêşkêş dike. Di kovarê de bi gotar û analîzên kûr, qadên berxwedan, têkoşîn û hunera şoreşgerî ya jinan cih girtiye.
Bi pêşengtiya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, hejmareke taybet a kovara ‘Jinên Rojhilat’ hate weşandin ku balê dikişîne ser qurbaniyên şoreşê û lêkolîneke taybet derbarê rêyên pêşengtiya jinan de pêşkêş dike.
KJAR’ê bi daxuyaniyekê ragihand ev hejmara taybet qala nêrînên fikrî yên Rêber Apo yên derbarê azadiya jinê de, nirxandinên Komeleya Jinên Azad yên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), jineolojî, şêwazên xwenasînê û têkoşîna ji bo azadiya jinê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dike.
Her wiha hate destnîşankirin ku analîzên Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) yên derbarê rêbazên avakirina parastina cewherî ya civakê de hatine pêşkêşkirin.
Di beşeke kovarê de, dîtinên şahidên bûyerên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û gotarên taybet ên têkildarî salveger û fedekariya şehîdan ên wek ‘Jina Emînî’ û ‘Şilêr Resûlî’ hatine amadekirin. Her wiha lêkolîneke taybet derbarê exlaq û hunera nerazîbûnê wekî deng û zimanê berxwedana gel, li gel şopandina rêyên pêşengtiya jinan ji bo misogerkirina serkeftina şoreşê hatiye bi cihkirin.
Ji bo bidestxistina tevahiya kovarê, hûn dikarin serdana malpera Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bikin.







