Xizmên windayan çalakiya xwe ya heftane li dar xistin

  • 14:18 12 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin” domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta kesên hatine windakirin hate pirsîn û bi boneya salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'yê Îlonê daxuyanî hate dayîn.
 
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin” domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran, Sabrî Bardakçi, Naîf Ûmaz hate pirsîn û bi boneya salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'yê Îlonê daxuyanî hate dayîn.
 
Amed
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” di hefteya 918emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.
 
ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê ku di 12'yê Îlona 1995an de li Amedê hatiye windakirin pirsîn. Endama Şaxa ÎHDê ya Amedê Parêzer Berfîn Elçî çîroka windakirina Mehmet Zafer Demîrkiran xwend û got ku serlêdanên malbata Demîrkiran ên ji bo aqûbeta zarokê wan heya îro jî bê encam maye û divê demildest dewlet dest biavêje mijara kesên ku hatine windakirin.
 
Piştî xwendina çîroka Mehmet Zafer Demîrkiran, ji bo Demîrkiran û hemû kesên ku hatine windakirin deqîqeyek çalakiya rûniştinê hate kirin.
 
Êlih
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 754emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de derbarê Darbeya Leşkerî ya 12yê Îlonê de daxuyanî hate dayîn. Rêveberê Şaxa ÎHD'a Êlihê Alî Karadogan metna daxuyaniyê xwend. Alî Karadogan bal kişand ser Darbeya 12yê Îlonê û wiha got: “Bi ser darbeya leşkerî ya 12yê Îlonê re 46 sal derbas bûn. Lê pergala darbeyê hêj jî bi Destûra Bingehîn a 1982yan hebûna xwe diparêze. Gelên me gelek êşên mezin kişandin lê dewlet bi van êşan re hevrû nebû. Di doza darizandina generalên ku darbeya leşkerî pêk anîbûn de ji ber kesên darbe kiribûn jiyana xwe ji dest dabûn biryara betalkirina dozê hatibû dayîn. Dadgeha Bilind jî ev biryar pejirand û doz bi dawî kir. Doz bi rêya serlêdanên takekesî ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hate veguhestin. Em careke din diyar dikin ku bibîrxistina tiştên di doza 12yê Îlonê de ji bo têkoşîna bi necezakirinê re girîng in.”
 
Alî Karadogan binpêkirinên mafan ên di navbera 12'yê Îlona 1980 û 6ê Kanûna 1983yan de pêk hatibûn rêz kirin.
 
Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Colemêrg
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 244an de li Kolana Hunerê ya Geverê li aqûbeta Sabrî Çardakçi pirsîn. Sabrî Çardakçi di 8ê Îlona 1993yan de li gundê Darayê yê girêdayî Geverê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve ku wekî “Çeteyên Geverê” tên nasîn hatibû winda kirin.
 
Hevserokê ÎHDa Colemêrgê Ozan Akbaş metna daxuyaniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat ragihand ku ev 33 sal in aqûbeta Sabrî Çardakçi nehatiye zanîn û kujerên wî nehatine darizandin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Riha
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 83yan de çalakiya xwe ya ku bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliye ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Naîf Ûmaz ê ku di 7ê Hezîrana 1994an de li gundê Trojikê yê navçeya Weranşerê ya Rihayê, piştî serdegirtina leşker û cerdevanan hatibû binçavkirin û piştî 3 mehan cenazeyê wî hatibû dîtin, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
 
Rêvebera ÎHD'ê Demet Aykût çîroka Naîf Ûmaz xwend. Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.