Wek pêvajoyek dîrokî ya berdewam jin û şîn

  • 09:06 11 Îlon 2026
  • Jineolojî
Teşhîrkirina bedena Ekîn Wan, bedena Taybet Înan a li kolanê hat hiştin û cenazeyê Cemîle Çagirga yê di cemedankê de hat hiştin, wek rûyên hevdem ên berdewamkirinê jin ne tenê windahiyên xwe rejîma tundiyê ya li ser beden hatiye avakirin jî îfşa dikin.
 
Gulan Çagin Kalelî
 
Di demên şer de bedena jinê hedefgirtin, ne tenê tundiyek fîzîkî, mafê şînê, definkirin û bîranînê jî ji ser jinê ceza dikin û ev pergalek nekropolîtîk derdixe holê. Israra Antîgone ku hewl dide bedena birayê xwe defin bike, yek ji demên şikestina etîk a ewil ya siyaeta îtîat û cezakirina mirî ya desthiltadariyê, nîşan dide ku şîn vediguhere pratîka berxwedanê. Antîgone ku dibêje ‘Ez ji yên ser axê wêdetir dixwazim yên bin erdê kêfxweş bikim, heta dawî ez ê bi wan re bim, tu jî şîna xwedawendan bipelçiqîne’, yek ji mînaka ewil a serhildana li dijî qanûnên dijexlaqî ya Qral e. Her wiha Kerbela ku bedena Huseyîn bi rojan li erdê hişt û piştre şahidiya ku şîna Zeynebê veguherî heqîqetek cemawerî, bîr û têkoşîna edaletê ya di dîrokê de her tim xwe berdewam kiriye nîşan dide. 
 
Teşhîrkirina bedena Ekîn Wan, bedena Taybet Înan a li kolanê hat hiştin û cenazeyê Cemîle Çagirga yê di cemedankê de hat hiştin, wek rûyên hevdem ên berdewamkirinê jin ne tenê windahiyên xwe rejîma tundiyê ya li ser beden hatiye avakirin jî îfşa dikin.
 
Ji ber vê têkoşîna jinan ji Antîngone heta Kerbelayê û îro wek îradeya avakirina berxwedaneke kolektîf dertê holê. Jin wek jiyanê li wateya mirinê jî digere û datîne holê. Ji ber modernîte mirin û miriyan ji rêzê dibîne. Mînak di şer de bi mîlyonan kes bi çekan tên qetilkirin. Gor tên bombebarankirin. Texrîbkirin. Zindî çiqas bê nirx in, mirî jî wisa ne. Yên di şer de dimirin ne mirov hejmar in. Ji ber vê jî jinên tên krîmînalîzekirin û êşa wan rewa tê dîtin, li dijî êrîşan her tim têkoşîn dane. Ji ber şîna polîtîk, berxwedan di nav hev de ye. Windahiyên di encama zext, şer, qirkirin û tundiya mêr dewletê de tên jiyîn bibîr dixe, hafizeyekê diafirînin û xeta têkoşînê dihûne. Bersiva pirsa ‘şîna kê tê girtin?’ ya ku her tim netew dewlet ji civakê dipirse, tevgera jinan dide. Jinên di dema şînê de bêdeng tên hiştin û reş li xwe dikin, êdî rêxistibûnê tercih dikin û bîra kolektîf diafirînin. Ji ber vê jî ji bo bidawîbûna şer ên gotina xwe dibêjin, wek mertalên zindî diçin qadên pevçûnan û cenazeyan digirin jin in. Têkoşîna jinê di vê nokteyê de şînê vediguhere pratîka berxwedanê. Jin şînê kolektîf dikin, windahiyên xwe didin xuyakirin, êşê ji travmaya şexsî derdixin û vediguherin bîra civakî, çarçoveyên pergala serdest a mêr û nekropolîtîk dişkîne. Dayikên  Plaza de Mayo, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Srebrenîtsa, Dayikên Şîliyê, bi çalakiyên xwe rastiya di navbera şîn û edaletê de bi cîhanê dane bihîstin.
 
Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ferzbûna Rûhevhatinê
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi bêçekbûn an jî reforman nikare bê destgirtin. Heta ku veguherîna têkiliya bi mirinê re nehewîne wê pêvajo qels bimîne. Heta bi êrîşên li dijî bedenên mirî re neyên rû hev, mafê şînê neyê nasîn û tundiya polîtîka der barê mirina jinan de neyê dîtin axaftina aştiyê jî wê qels bimîne. Ji ber mirin û jiyan têgehên hev temam dikin. Bi taybet jî mirinên polîtîk, hestek xurt a wateya der barê jiyanê de derdixe derve ye. Dewlet her tim li dijî vê hestê di pozîsyona red de cih girtin. Ji ber vê di jiyana ji vir de miriyên me her yek stûnek e. Miriyên me ne alava propagandayê ne, rastiya dîroka me ne. Hêjayî wan şîn danîn, definkirin parçeyeke rastiya têkoşînê ye. Ji ber vê xebatên hafizeyê gelek girîng in. Bi taybet dema mirina Kurdan dibe mijara gotinê ev wateyek cuda qezenc dike. Mirinên Kurdan pir caran bi gotina ewlehiyê tê rewakirin û ji derveyê qada şîna cemawerî tê hiştin. Parçeyekî pêvajoya aştiyê raste rast rûhevhatina bi van rastiyan re derdikeve pêş.
 
Êrîşên li hember bîra gelê Kurd, şewitandina goristanan, şikestina kevirên goran, mudaxaleyên merasîmên cenazeyan, sînorkirina tevlibûna cenazeyan, bi pêkanînên kêfî nedayîna destûrên fermî, kar û barên definkirin û şînê ya malbat û civakan zehmet kiriye. Bi pakêtê kargoyan teslîmikrina cenazeyan; vê rewşê  peywira dawî ya malbatan hîn bêtir travmatî kiriye û mafên wan ji dest hatine girtin. Bi kurtasî li Tirkiyeyê di pêvajoya bêpevçûnê de jî krîmînalîzekirina cenazeyan carek din nîşan daye ku nekropolîtîka didome. Di alî nekropolîtîk de ya hedef tê girtin ne tenê beden e, potansyela kolektîf a şînê ye. Dewlet hewl dide rîtuelên cenazeyan bike bin kontrola xwe û polîtîkbûna hafizeyê asteng bike.
 
Em li salên 2015-2016’an qedexeyên derketina derve binêrin. Ligel binpêkirina mafê jiyanê, cenaze demek dirêj teslîmê malbatan nehatin kirin, definkirin hatin astengkirin û vê jî nîşan da ku piştî mirinê tundiya sîstematîk heye. Dîsa di 28’ê Kanûna 2011’an de li Roboskê 34 sivîl bi bombeyan hatin qetilkirin û  ev yek ji mînaka herî mezin a gotina ’mirina rewa’ ye. Piştî bûyerê pêvajoyek darizandinê ya bi bandor nehat kirin, berpirsan hesab nedan, vê jî aliyê nekropolîtîk a bêcezahiştinê derxist holê. Li Roboskê şîn ji aliyê dewletê ve hat sînorkirin, lêgerîna edaletê ya malbatan hat krîmînalîzekirin. Şîn, li pêş aştiyê wek astengî hatiye pêşkêşkirin. 
 
Her wiha ji salên 90’î şûnde têkoşîna Dayikên Şemiyê li Tirkiyeyê yek ji pratîka hafizeyê ya herî demdirêj a li dijî desthilatdariya nekropolîtîk e. Lê ev çalakî di salên dawî de bi hinceta ‘pergala cemawerî’ hatine astengkirin û pratîka girtina şînê hatiye krîmînalîzekirin. Li Tirkiyeyê ji salên 90’î şûnde gorên komî yên derketin holê teşeyê herî şênber ê nekropolîtîkayê nîşan dide. Di pêvajoyên bêpevçûnê yên heta îro de beşek mezin a van goran nehatine lêpirsînkirin, an jî pêvajoyên edlî li demê hatiye belavkirin. Bedenên winda ne tenê mijara pêşerojê ne, qadên rûhevhatinê ne.
 
Dethilatdariya nekropolîtîk pir caran ne bi rawestandina hiqûqê, bi alavkirina hiqûqê dimeşe. Ji ber vê jî di pêvajoya aştiyê de têkoşîna hiqûqî hem ya sînorê wê heye ye hem jî qada ku dest jê nayê berdanê ye. Divê mafê şîn û definkirinê bi aşkera bê pênsekirin, mudaxaleyên îdarî yên li hember cenazeyan bê sînorkirin, lêpirsîna bi bandor pêk bê, zemîna hiqûqî ya pratîkên nekropolîtîk dikare bê tengkirin. Lê ev sererastkirinên hiqûqî bi tena serê xwe têr nake. Di pêvajoya aştiyê ya esas avakirina mekanîzmayên heqîqet û rûhevhatinê ye. Komîsyonên heqîqetê wê pêşiya edaleta civakî vebike. Rûhevhatin ne girtina paşerojê ye; tê wateya pêşîgirtina rejîmên mirinê.
 
Encam
 
Aştî bi bidawîkirina rêveberiya siyasî ya mirinê dikare bê avakirin. Abdullah Ocalan di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de civaka demokratîk tîne ziman. Ev jiyanê dike navenda xwe, navendîbûna siyaset û desthilatdariyê red dike û ji ber vê jî ye jî çarçoveyek radîkal pêşkêş dike. Manîfesto îdiaya tasarufa mayînde a zîhniyeta dewletê ya li ser jiyan û mirinê red dike aştiyê ji nû ve li ser îradeya jiyanê pênase dike. Bi vê perspektîfê aştî bi destxistina nirxa siyasî ya jiyanê dikare pêkan be.
 
Li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde û adîlane, ne tenê bidawîbûna pevçûnan; avakirina siyaeteke nû jî ferz dike. Ji ber vê divê ewil polîtîkaya ewlehiyê bê guhertin. Di pêvajoyên aştiyê de gava ewil û krîtîk, divê zîhniyeta dewletê ya mêr ji navenda çareseriyê bê derxistin. Berovajî vê wê pergala nekropolîtîk ji nûve vediguhere hilberînê.
 
Dîsa divê bi kuştinên kiryar nediyar, bi zor windakirin, operasyonên dersînor û polîtîkayên bêcezahiştinê re bên rû hev. An jî aştiyeke mayînde ne pêkan e. Aştî ne wek ‘rewşa dawî’ ya lihevkirinekê ye, divê wek pêvajiyeke siyasî ya ku jiyanê diparêze bê fêmkirin. Aştî ne diyariya dewletê, divê wek îradeya damezrîner a kolektîf a civakî bê avakirin.
 
*Ev nivîs ji hejmara 37’an a mijara dosyaya  ‘Jin û Aştî’ ya Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.