Danasîna belgefîlma ‘Bûka Baranê’ ya derhêner Dîlek Gokçîn hat kirin

  • 20:42 3 Îlon 2026
  • Rojane
ENQERE - Navenda Anatolyayê bi tevlibûna derhêner Dîlek Gokçîn danasîna belgefîlma Bûka Baranê hat kirin.
 
‎Komeleya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê,  Bi tevlibûna derhêner Dîlek Gokçîn danasîna  belgefîlma wê ya bi navê Bûka Baranê hat kirin. Gelek hunerhez bi malbatên xwe re tev li bernameyê bûn.
 
‎Belgefîlma Bûka Baranê (2013) yekem belgefîlm a derhêner Dîlek Gokçîn e. Di belgefîlmê de qala gundê Befircan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê de di sala 1989’an de wêneyekî xwendevanên dibistanê tê kişandin, dike. Mijara jiyana van xwendevanan a bişaftin, şêr û pevçûna Kurdistanê yên ku di salên 90î de ji aliyê dewletê ve tê meşandin, tê vegotin.
 
‎Bername bi pirs û bersivandina li ser vê belgefîlmê dawî bû.