Lêpirsîna Gulîsan Doku: 2 kes hatin girtin
- 17:37 3 Îlon 2026
- Rojane
AMED – Çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de, Cigirê Fermandarê Cendermeyan a Dêrsîmê ku hat diyarkirin ku ‘agahiyên Kule’ bi Tuncay Sonel re parve kiriye û hevjîna wî hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna der barê doza xwendekara zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ya di 2020’an de li Dêrsîmê hat windakirin de, çarçoveya operasyona de 10 kes di 29’ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin de nav de Cigirê Fermandarê Cendermeyan a Dêrsîmê alî Kahraman ku hat diyarkirin ku ‘agahiyên Kule’ bi Tuncay Sonel re parve kiriye û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman ji aliyê Dadgeriya Ceza Sulh a Nobedar ya Dêrsîmê ve hatin girtin. Bi vî awayî hejmara girtiyên di lêpirsînê de derket 32’an.







