Ji Welatiyan ji bo tevlibûna merasîma piştî şînê bang

  • 14:20 22 Tebax 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Welatiyên serdana şîna kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan kirin, ji bo bîranîna ku dê sibê bi girseyî bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
 
Şîna ku ji bo kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi pêşengiya MEBYA-DER'ê li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê hat danîn, di roja duyan de didome. Welatiyên serdana şînê kirin ji bo bîranîna ku dê sibê saet di 17.00'an de li Parka Koşûyolûyê bê lidarxistin banga beşdariyê kirin. 
 
Welatiyan diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de palpişta wan kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ne û gotin ku ew ji hevgirtinê hêzê digirin.  Welatiyên serdana şînê kirin ji bo bîranîna ku dê sibê saet di 17.00'an de li Parka Koşûyolûyê bê lidarxistin banga beşdariyê kirin.