Çarenûsa du jinên Kurd li Urmiyê ne diyar e

  • 12:28 18 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê eşkere kir ku li Urmiyeyê du jinên Kurd bêy biryara dadgehê ji aliyê hêzên Îtlaetê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan ne diyar e.
 
Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand jinek ciwan ya Kurd a bi navê Befrîn Ehmedweş a xelkê gundê Keçele ya ser bi parêzgeha Urmiye, ji aliyê hêzên Îtlaeta Supayê Pasdaran ve hatiye binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatiye birin.
 
Hatiye gotin ku ew jina ciwan di dema serdegirtina mala her du mamên wê de bêy biryara dadger hatiye binçavkirin.
 
Hatiye diyarkirin tevî hemû hewldanên malbatê yên ji bo zanîna çarenûsa wê, saziyên rejîmê agahî bi malbatê re parve nekirine.
 
Beriya sê rojan nûçeya dorpêçkirina wî gundî ya ji aliyê hêzên Îtlaeta Supayê Pasdaran ve hatibû belavkirin û hatibû gotin ku sê kesên bi navên; Eywez Bêhnmun, Şeban Ehmedweş û Îbrahîm Ehmedweş hatine binçavkirin.
 
Li aliyê din tevî derbasbûna 50 rojan di ser binçavkirina jina Kurd a bi navê Perwîn Rasiq Qizilbaş a xelkê bajaroka Mako ya ser bi parêzgeha Urmiyê, hîna jî ti agahiyek li ser çarenûsa wê nayê zanîn.
 
Perwîn Rasiq Qizilbaş (33) bêy fermana dadwer ji aliyê hêzên Îtlaeta Supayê Pasdaran ve hatibû binçavkirin. Tevî hemû hewldanên malbatê, lê saziyên rejîmê ti agahî li ser çarenûsa wê bi malbatê re parve nakin.