Hunermend Nûarîn bi şetê kontrola edlî hat berdan

  • 13:58 13 Tebax 2026
  • Rojane
MERSİN -Hunermend Nuarin a ku li Ewropayê dijî û piştî 11 salan di dema hatina xwe ya Tirkiyeyê de hatibû binçavkirin, bi şertê  kontrola edlî hate berdan.
 
Hunermend Nuarin ku li Ewropayê dijî û piştî 11 salan di 11'ê Tebaxê de hatibû Tirkiyeyê, li Balafirgeha Çukurovayê hatibû binçavkirin.
 
Nûarîn duh di çarçoveya lêpirsînekê de îfade da polîsan; ew bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" tê darizandin.
 
Nuarin a ku serê sibê sewqî edliyeyê hatibû kirin, piştî dayîna îfadeyê ji dozger re, bi daxwaza sepandina şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Sûlhê ya Cezayê ya 9' emîn hat kirin.
 
Dadgehê Nuarin bi şertê kontrola edlî  serbest berda.