Li Deştadarê Navendea Piştevaniya Jinan a Jinkom hat vekirin
- 18:58 11 Tebax 2026
- Rojane
ŞIRNEX – Li bajaroka Deştadarê ya Hezexê li ser daxwaza jinan Navenda Piştevaniya Jinan a Jinkom hat vekirin. Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Newroz Uysal Aslan, axivî û da zanîn ku navend ji bo jinan wê bibe hêvî û hêz.
Li bajaroka Deştadarê ya Hezexê ya Şirnexê li ser daxwaza jinan Navenda Piştevaniya Jinan a Jinkom hat vekirin
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên sivîl tevli bûn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr di vekirinê de axivî û da zanîn ku vekirina navendê gavek girînge.
‘Ji bo jinan hêviye’
Parlamenter Newroz Uysal jî da zanîn ku heta jin ji tundiyê rizgar nebin azad nabin û got îdiaya wan jinan azad bikin û ji ber vê ev navend ji bo hemû jinan hêviye.
Vekirin bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hat vekirin.







