ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2026'AN

  • 09:00 10 Tebax 2026
  • Rojev
 
* Jinên elewî diyar kirin ku ew aştiyeke ku civaka elewî bi awayekî azad baweriya xwe dijîn, dixwazin û wiha gotin: “Elewîtî baweriyeke ku wekhevî, aştiyê dihewîne ye. Bila her kes wekhev ji vê sifreyê para xwe bigire.” BI DÎMEN 
 
* Piştî qanûn pêşkêşî meclîsê hatin kirin şûnde, hêviyek nû ya malbatên girtiyan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, afirî. Malbatan daxwazên xwe dubare kirin û gotin: “Hatina vê rojê ne hêsan bû. Divê her kes têkoşîna xwe bi awayekî azad bidomîne.” BI DÎMEN 
 
* Aktivîsta TJA’yê Çaglar Demîrel diyar kir ku polîtîkayên bi armanca tunekirina hebûna Kurdan îro veguherîne nîqaşa çareseriya demokratîk û destnîşan kir ku ev qanûn ne encam e, qonaxeke nû ya têkoşînê ye û got: "Divê rê li ber siyaseta demokratîk bê vekirin, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bê misogerkirin û statuya Gelê Kurd bikeve bin garantiyê.” BI DÎMEN 
 
* Jinên ku li gundikê Binonî yê navçeya Misircê Tufrengiyan kom dikin, tevî germa dijwar karê xwe berdewam dikin. Karê ku bi ronahiya ewil a rojê dest pê dike; ji ber zêdebûna lêçûnên hilberînê û bihayên kêm ên kirînê yên ji aliyê navbeynkaran, xizanî berdewam dike.  DÎMEN HEYE
 
* Hevseroka Şaxa OHD'ê ya Amedê Zeynep Karayilan, derbarê rapora li ser binpêkirinên mafan li 112 girtîgehan nirxandinek kir û bal kişand ser berdewamiya binpêkirinên piralî; ji mafê gihîştina xizmetên tenduristiyê ji bo girtiyên nexweş bigire heta pirsgirêkên taybet ên girtiyên jin. Zeynep Karayılan diyar kir ku divê pêvajoya aştiyê û demokratîkbûnê di nava pergala girtîgehan de jî xwe nîşan bide. DÎMEN HEYE
 
* Qetilkirina Ekin Wan ku cenazeyê wê hat îşkencekirin û teşhîr re 11 sal derbas bûn. Ruhê serhildêr û daxwaza azadiyê ya Ekin Wan ji bo jinan îro bûye mîrateyek.
 
* Endama Komîsyona Edaletê ya DEM Partiyê û parlamentera Şirnexê, Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku qanûna çarçove bi tena serê xwe nikare çareseriyek dawî ji bo pirsgirêka Kurd biafirîne û ew tenê heke bi awayekî avaker were bicîhanîn û gavên din werin avêtin dê wateyek bi dest bixe. BI DÎMEN