Li Elmanyayê ji ber germê nêzî 12 hezar kes mirin
- 15:54 6 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku li Elmanyayê ji ber pêla germê nêzî 12 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî mirina ji ber germê li Elmanyayê rekor şikand.
Li gorî daneyên ku Enstîtuya Robert Koch roja Pêncşemê weşand, nêzî 9 hezar û 600 kes di navbera 22 û 28'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dan. Beriya niha hatibû ragihandin ku heman hefteyê nêzî 5 hezar kes mirin.
Hate ragihandin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan mirovên 85 salî û di ser 85 salî re bûn. Enstîtuyê diyar kir ku germahî heftane di ser 20 santîgratê de zêde bû û vê yekê kir ku mirina ji ber germê zêde bibe. Di hefteya herî kujer a meha Hezîranê de germa li Elmanyayê bi nîvekê 26,4 pile bû.
Li Elmanyayê rekora mirina ji ber germê di sala 2018'an de hatibû şikandin ku nêzî 9 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû. Daneyên nû ji vê rekorê gelekî zêdetir e.







