Qanûna Çaroveyî li Meclisê ye: Em bi Ocalan bawer in
- 10:52 6 Tebax 2026
- Rojane
STENBOL - Jinên ku derbarê "Qanûna Çarçoveyî" a ku pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin de axivîn, daxwaza xwe ya ji bo aştiya mayinde û rêziknameyeke qanûnî ya daîmî anîn ziman û gotin: "Dema pêşnûmeya qanûnê hat Parlamentoyê em kêfxweş bûn. Lêbelê, em baweriya xwe bi têkoşîna xwe û bi Serok tînin."
Pêşnûmeya qanûnî ya bi sernavê "Xurtkirina Hevgirtina Netweryî û Yekparebûna Civakî" ku gava yekem e ji bo avakirina çarçoveya yasayî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêşî Parlamentoyê hat kirin. Her ku nîqaşên derbarê qanûnê de berdewam dikin, jinan hêviyên xwe parve kirin.
'Ji bo mafên me destpêk e'
Nazlıcan Demir diyar kir ku divê civak ji bo bidestxistina aştiya mayinde bi yekîtî tevbigere û tekezî li ser pêwîstiya misogerkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd kir. Nazlican Demir got: "Gelê Kurd aştiyê û dadmendiyê dixwaze. Ew nijadperestî an cudakariyê naxwazin. Em mafên xwe yên têkildarî zimanê zikmakî daxwaz dikin. Di vê çarçoveyê de, pêşnûmeya ku hatiye Parlamentoyê destpêkek baş e."
Ji bo Abdullah Ocalan azadî
Selma Tekin, rêvebera şaxa navçeya Esenler a DEM Partiyê, diyar kir ku herçend ew pêşkêşkirina pêşnûmeyê ji bo Parlamentoyê bi erênî pêşwazî dikin jî naveroka wê li gorî hêviyên wan nîne. Tekin got: "Ez hêvî dikim ku girtî bên berdan û aştî pêk were. Divê mafên Abdullah Ocalan bên naskirin û ew azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe."
'Em dixwazin bi awayekî hiqûqî bên naskirin'
Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Feryal Sakalli ya Stenbolê, diyar kir ku bêyî avakirina navendeke aram, aştiya mayinde pêk nayê û anî ziman ku ew daxwaza hemwelatiya wekhev û garantiyên yasayî dikin. Feryat Sakalli got: "Em dixwazin li welatê xwe bi çand û zimanê xwe yê zikmakî di bin şert û mercên hemwelatiya wekhev de bijîn. Em dixwazin ku bi awayekî qanûnî bên naskirin."
'Em baweriya xwe bi Rêberê xwe tînin'
Rabia Aksoyek ku wekî 'Dayika Aştiyê' tê naskirin, tekez kir ku aştî daxwaza hevpar a hemû dayikan e. Rabîa Aksöyek, bi banga vegerandina azadiya girtiyên di zindanan de, bal kişand ser wê yekê ku ew aştiyeke rastîn û mayinde dixwazin. Rabia Aksoyek got: "Hemû dayik ji bo vê yekê têdikoşin. Em mafên xwe û aştiyeke rastîn dixwazin. Eger Rêberê me ne azad be, em jî ne azad in. Di vê pêvajoyê de, em baweriya xwe bi Rêberê xwe tînin, pê bawer in û derbarê çawaniya pêşveçûna pêvajoyê de guh didin wî."
'Em aştiya mayinde û rêziknameya qanûnî dixwazin'
Hevseroka Partiya DEM Partiyê ya navçeya Esenlerê Yildiz Eren, her wiha bal kişand ser pêwîstiya bi awayekî şefaf û bi misogeriya qanûnî birêvebirina pêvajoyê û tekezî li ser pêwîstiya naskirina wê têkoşînê kir ku Kurd bi salan e dimeşînin. Yildiz Eren, wiha axivî: "Ji dema destpêkirina pêvajoyê ve, me tenê tiştek xwestiye. Aştiya mayinde û rêziknameya qanûnî ya mayinde. Pêşnûme-qanûn hat parlamentoyê û partiyan ew îmze kirin. Em ji vê yekê kêfxweş bûn. Lê di dawiyê de, em baweriya xwe bi têkoşîna xwe û bi Serokê xwe tînin."







