Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji îmzeyê re hat vekirin
- 16:49 3 Tebax 2026
- Rojane
ENQERE -AKPê ji bo parlamenterên xwe pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji îmzekirinê re vekir.
Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin beriya ku bê parlamentoyê ji bo îmzeya parlamenterên AKPê hate vekirin. Bi îmzeya Serokê Koma AKPê Abdullah Guler ji parlamenteran re hat şandin de wiha hate gotin: “Biryar hat dayîn ku hemû parlamenterên me Pêşniyara Qanûna Çarçoveyî bi temamî îmze bikin.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşniyar ji bo îmzeyan li eywana Desteya Rêveber a Koma Parlamentoyê hatiye vekirin.
Hate xwestin ku parlamenter sibê heta saet 17:00an îmze bikin. Piştî ku pêvajoya îmzekirinê temam bû, tê payîn ku pêşniyar pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê were kirin û di demeke nêz de bihîje qonaxa komîteyê.
Serokê Koma AKPê Abdullah Guler jî wê îro derbarê qanûna çarçoveyê de agahiyên pêşî bide partiyan. Lê belê di derbarê naveroka pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de hê ti daxuyaniyek berfireh nehatiye dayîn.
Her wiha hate zanîn ku partiyên din heta ku naveroka pêşnûmeyê nebînin û dê îmze nekin. Hate diyarkirin ku muzakereya li ser neveroka pêşnûmeyê berdewam dike.







