Şerîfe Mihemedî sewqî Girtîgeha Reşt Lakanê hat kirin
- 12:27 6 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Malbata aktivîsta mafê karkeran Şerîfe Mihemedî di şertên giran de ye û diya wê li nexweşxaneyê ye; tevî vê yekê piştî bidawîbûna betlaneya wê dîsa sewqî Girtîgeha Reşt Lakanê hat kirin.
Kampanyaya Parastina Şerîf Mihemedî ragihand ku betlaneya çalakvana karker nehatiye dirêjkirin û piştî nêzîkî sê mehên betlaneyê, îro ji bo Girtîgeha Reşt Lakan hatiye veguhastin.
Li gorî raporê, vegera Şerîfe Mihemedî bo zindanê di demekê de pêk hat ku diya wê hefteya borî ji ber streseke giran û pirsgirêkên dil li nexweşxaneyê bû. Kampanya dibêje ku vê yekê fikarên li ser şert û mercên ku malbata wê tê de dijî, zêde kiriye.
Ev betlane ji bo Şerîfa Mihemedî yekem derfet bû ku piştî zêdetirî du salan di girtîgehê de bi hevjîn û zarokê xwe re be; lê belê piştî bidawîbûna wê, ew dîsa ji malbata xwe hate veqetandin û vegeriya girtîgehê.
Kampanyaya Parastina Şerîfa Mihemedî daxwaza serbestberdana wê ya bê şert û merc kir. Kampanyayê tekez kir ku çalakiyên sendîkayan û daxwazên karkeran divê bi zexta dadwerî û girtinê neyên bersivandin.







