Karsaz Nevîn Îl jiyana xwe ji dest da
- 13:09 6 Tîrmeh 2026
- Ked/Aborî
AMED - Karsaz Nevîn Îl a ku bi salan ji bo keda jinan neyê piştguhkirin û ji bo aboriya Amedê têdikoşiya, ji ber nexweşiya zatureyê li nexweşxaneyeke Stenbolê ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Seroka Dîwana Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Nevîn Îl a ku bi kesayeta xwe ya têkoşer û xebatên xwe yên di warê karsaziya jinan de dihat naskirin, ji ber nexweşiya zatureyê li nexweşxaneyeke Stenbolê ku ev demeke dirêj e lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
‘Wê her dem bi rêzdarî bê bibîranîn’
Meclîsa DTSO'yê bi daxuyaniyekê koça dawî ya Nevin Îl ragihand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nevîn Îl, di jiyana xwe ya civakî û aborî de şopeke mezin li pey xwe hiştiye.
Daxuyaniya Meclîsa DTSO'yê bi vî rengî ye: “Nevin Îl a ku ji bo keda jinan neyê piştguhkirin, piştgirîkirina karsaziya jinan û bihêzkirina têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bi salan kedeke mezin da. Wê du serdeman di rêveberiya Odeya me de wezîfeyên xwe bi fedakarî bi cih anî. Ew ê her dem bi dilsozî û kesayeta xwe ya têkoşer bi rêzdarî bê bibîranîn. Em ji malbat, xizm, cîhana karsaziyê û hemû gelê me yê Amedê re sersaxiyê dixwazin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku agahiyên derbarê merasîma veşartina cenaze, cih û bernameya şînê de wê di demeke nêz de bi raya giştî re bên parvekirin.







