Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne
- 13:05 14 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) bi daxuyaniyekê ragihand ku rejîma Îranê darvekirinê wekî amûrekê ji bo bêdengkirina mûxalîfan bi kar tîne û daxwaz kir ku ev biryar demildest bên rawestandin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), der barê metirsiya bidarvekirina hejmarek girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de daxuyaniyeke lezgîn belav kir. Rêxistinê bang li berpirsên rejîma Îranê kir ku demildest cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî bidin rawestandin.
Metirsî li ser jiyana 5 girtiyan heye
Di daxuyaniyê de rewşa girtiyên li Ehwazê hate bibîrxisti û ev bang hate kirin: “Em bang li berpirsên Îranê dikin ku cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî yên ku niha li Girtîgeha Şeyban a Ehwazê tên ragirtin û bi metirsiya herî mezin a bidarvekirinê re rû bi rû ne, demildest rawestînin.” Rêxistinê bi taybetî li ser rewşa girtiyên siyasî yên bi navên Mesûd Cameî, Elîreza Murdasî, Ferşad Îtîmadî Fer, Reza Ebdulî û Hesen Muslawî hişyarî da û xwest ku her planeke ji bo bicihanîna cezayên wan bi lezgînî bê sekinandin.
Darizandinên derhiqûqî û şertên girtîgehê
Efûya Navneteweyî, nêzîkatiya pergala dadweriyê ya rejîma Îranê ya li hemberî mûxalîfan bi tundî rexne kir û tekez kir ku pêvajoya darizandina van kesan tijî pirsgirêkên hiqûqî û binpêkirinên mafên mirovan e. Rêxistinê her wiha ragihand ku şert û mercên Girtîgeha Şeybanê gelekî xirab in, girtîgeh ji kapasîteya xwe zêdetir qerebalix e û xizmetguzariyên pêwîst lê nîn in. Rêxistinê da zanîn ku girtî ji mafê dermankirinê bêpar in û jiyana wan di metirsiyê de ye.
‘Di dema şer de 42 kes hatin darvekirin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî eşkere kir ku rejîma Îranê ji destpêka derketina şer û aloziyên bi DYA û Îsraîlê re heta niha, herî kêm 42 girtiyên siyasî bi dar ve kirine. Rêxistinê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê wekî amûrekê ji bo tirsandin, bêdengkirina dengên nerazî û domandina zilmê bi kar tîne.







