Kiryarê destdirêjiyê bereat kir
- 09:06 23 Gulan 2026
- Hiqûq
Derya Ren
RIHA - Alî Kiliç yê li Rihayê destdirêjiya sîstematîk li zarokê kir, dadgehê der barê wî de biryara beratê da. Her wiha dadgehê biryar da ku lêçûna vekaletê ya 65 hezarî ji xezîneyê bidin gumanbar.
Li navçeyeke Rihayê Alî Kiliç di Gulana 2025’an de destdirêjiya sîstematîk li zarokekê kir. Gumanbar ji doza ku dihat darizandin berat kir. Li ser gilîkirina malbatê Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) îfadeya zarokê girt. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê îdianame amade kir û ji aliyê 10’emîn Dadgeha Ceza Giran ve hat qebûlkirin.
Di îdianameyê de cih dan îfadeya zarok a daye ÇÎM’ê, hat diyarkirin ku îfadeyên mexdur, muştekî û kesên xwedî agahî lihev dikin. Her wiha di îdianameyê de wiha hate gotin: “Îfade li hev dikin û tespîta ku mexdur îftereyê li gumanbar dike nehatiye kirin. Îfadeya mexdur esas hatiye girtin û gumanbar ji bo xwe ji sûc xilas bike îfade daye.”
‘Sîstematîk pêk hatiye’
Di îdianameyê de hat diyarkirin ku gumanbar destdirêjî di demên cuda de pêk aniye û bi awayekî sîstematîk pêk aniye.
Kiryarê destdirêjiyê kirin şahid
Di runiştinan de di îfadeyên ku zarokê daye de hatiye diyarkirin ku Ramazan Kiliç yê di cihekî şûştina wesayîtan ku nêzî kargeriya Alî Kiliç e, de destdirêjî li zarokekê kiriye. Heyeta dadgehê Ramazan Kiliç di dosyayê de wek şahid guhdar kir.
Kiryar bereat kir
Sêyemîn runiştina dozê di 11’ê Gulanê de hat dîtin. Heyeta dadgehê bi hinceta ku ‘sûcê li kiryar hatiye barkirin ne sabîte’ de der barê kiryar Alî Kiliç de biryara bereatê da. Her wiha dadgehê biryar da ku lêçûna vekaletê ya 65 hezarî ji xezîneyê bidin kiryar.







