Jina ku bi guman ji zinaran de ket jiyana xwe ji dest da
- 21:05 22 Gulan 2026
- Rojane
COLEMÊRG – Li gundê Meşkan a Geverê jina bi navê Narinç Yalçin ku ji bo pincarê çû çiyê bi guman ji zinaran de ket û jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Meşkan a navçeya Gever a Colemêrgê jina bi navê Narinç Yalçin ya 47 salî ku ji bo pincarê çû çiyê bi guman ji zinar de qet û jiyana xwe ji dest da.
Welatiyên li rewşê haydar bûn agahî dan ekîbên tenduristî, UMKE û îtfayê. Piştî mudaxaleya ekîban Narînç Yalçin ji wir hat derxistin.
Narinç Yalçin ya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.







