Ji nûve avakirin: Divê bi zarokan re zemîna jiyanê bê avakirin
- 09:04 21 Gulan 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Parêzer Psîkolog Hatîce Gok da zanîn ku zarok ne kesên divê tenê bên parastinê, kirdeyên xwedî gotinê ya vî bajarî ne û got divê bi zarokan re zemîna jiyan û polîtîkayekê bê avakirin.
Şaredariya Bajraê mezin a Amedê û Komeleya Ewil Zarok li Amedê ‘Komxebata bi zarokan re ji nû ve avakirina bajar’ pêk anîn. Komxbata ku du rojan bi organîzasyona Midûriyeta Şaxa Zarokan a di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de pêk hat, sernavên wekî mafên zarokan, polîtîkayên bajar, xizanî, newekhevî û berprisyariya cemawerî hatin destgirtin. Der barê dîtina zarokan a li bajar, xwegîhandina qadên bi ewle, mafên çandî û tevlibûna pêvajoyên biryargirtinê de nirxandin hatin kirin.
Psîkolog Hatîce Gok der barê rola zarokan a di avakirina bajar de axivî.
‘Zarok di navenda jiyanê de ne’
Hatîce Gok da zanîn ku bi komxebatê re fikra avakirina ji nû ve ya bajar a bi zarokan re hatiye nîqaşkirin û got: “Zarok ne wek kesên divê bê parastin divê wek kirdeya xwedî gotinê ya bajar bên dîtin. Zarok pêkhateyên vî bajarî ne. Ew li van bajaran dijîn, dilîzin, li kolanan dimeşin, li wesayîta siwar dibin, dixebitin û kedê didin. Mijara zarokan ne tenê qada pisporiyê ye. Zarok ne tenê pêşeroja vî bajarî ne di heman demê de di navenda jiyanê de ne.”
‘Me pirsa ‘kîjan zarok?’ pirsîn’
Hatîce Gok da zanîn ku dema sernavê ‘bajar bi zarokan re avakirin’ bi teşe kirine pirsa ‘kîjan zarok’ pirsîne û got: “Ji newekheviyên civakî zarok serbixwe nînin. Zarok di çînekê, gelek, ziman û baweriyekê de tên dinê. Ji mijarên xizanî, şer, perwerde, ziman bandor dibin. Zarokên malbatên xizan neçar dimînin keda xwe bifroşin. Ji ber vê jî me got ger ku em bixwazin bajar bi zarokan re ava bikin divê em xizaniya ku bandor li zarokan dikin, bikin hesab. Zarokên rewşa wan a aborî baş e dikarin xwe bigihînin deran. Lê yên xizan nikarin. Ji ber vê jî kîjan zarok ji derve dimînin divê em bibînin.”
‘Me xwest em çarçoveya zarokan berfireh bikin’
Hatîce Gok got hedefa komxebatê ev e ku zarokan hîn bêtir bidin xuyakirin û wiha pê de çû: “Divê têkoşîna polîtîk û civakî bi zarokan re bê fikirîn. Em li dijî hilweşîna ekolojîk têdikoşin. Jin li dijî tundiyê têdikoşin. Em ji bo ziman, ji bo parastina mafê perwerdeyê têdikoşin. Zarok jî di nava vê de ne. Me jî got em zarokan çawa tevli qadên jiyanê bikin û çarçoveyê çawa berfireh bikin. Yek ji armanca din a komxebatê têkiliya zarokan bi bajar re bê xurtkirinê bû. Em dixwazin zarok xwe aydê vî bajarî hîs bikin û bêjin ‘em parçeyek ji vî bajarî ne. Em dixwazin zarok bi zimanê qadên xwe lê heyî dikin biafirînin.”
‘Zarok jî kirde ne’
Hatîce Gok wiha dawî lê anî: “Yek ji mijara din a girîng mafê tevlibûnê ya zarokan bûn. Divê zarok tevli pêvajoyên biryargirtinê bin. Zarok jî kirde ne, kes in. Divê ewil fêm bike ku tevli çi bibin. Divê bajarê xwe nas bikin hewcedariyên xwe îfade bikin. Di dawiya komxebatê de me hedef kir ku em perspektîfeke hevpar der barê polîtîkayên zarokan de ava bikin. Der barê ku divê em zarokan çawa bibînin de em dixwazin belgeyeke helwestê ava bikin.”







