Dê bi dirûşma 'Em ji bo aştiyê israr dikin' li 6 bajaran daxuyanî bê dayin

  • 15:13 20 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Jinan a "Ez hewceyê aştiyê me" dê bi dirûşma "Em ji bo aştiyê israr dikin" daxuyaniyên hevdem bidin.
 
Înîsiyatîfa Jinan a "Ez hewceyê aştiyê me" dê sibê li şeş bajaran bi dirûşma "Em ji bo aştiyê israr dikin" bi jinan re di heman demê de bicive.
 
Înîsiyatîfê, di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de peyamek wiha parve kir: "Wekî jin, em li gelek bajaran di heman demê de dicivin. Em gotinên xwe yên ji bo aştiyê zêde dikin. Em hemî jinan vedixwînin civînên xwe yên çapemeniyê."