Ji bo 15'ê Gulanê li Qamişloyê pêşangeheke pirtûkan hat vekirin
- 12:42 12 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişloyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî pêşangeheke pirtûkên kurdî vekir. 13 weşanxane, yekitî, kovar û nivîskar berhemên xwe tê de pêşkêş dikin.
Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) bi dirûşma “Zimanê me mafê me yê rewa ye”, Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişloyê li dar xist. Pêşangeh dê heta 14’ê Gulanê bidome û dê ji saer 10.00’an heta 20.00’an vekirî be.
Weşanên Şilêrê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK), Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Bindarok û Neqş, Pirtûkxaneya Amara, Yekitiya Nivîskarên Desteya Çandê, Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê, Weşanên Aram, Kovara Şermola, Kovara Soryaz, nivîskar Salihê Heydo, nivîskar Ebas Îsmaîl, Pirtûkxaneya Rona ya Zarokan bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne.
Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi sîrûda “Ey Reqîb” û bi pankarta ku daxwazên perwerdeya zimanê kurdî dike, beşdarî pêşangehê bûn.
Pêşangeh bi daxuyaniyê hate vekirin. Daxuyanî li pêşberî Pirtûkxaneya Şilêr hat xwendin. Endama Rêveberiya Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo Botan Hoşê daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:
“Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî 15`ê Gulanê, em bi navê Meclisa Wêjeyê vê rojê li gelê Kurd li her derê û hemû nivîskar, rewşenbîr, mamoste û çalakvanên ku tevî hemû hewldanên tunekirin û tepisandinê, zimanê Kurdî parastine, pîroz dikin û keda wan a di vî warî de silav dikin.
Zimanê Kurdî ne tenê amûrek yan alaveke axaftinê ye, lê belê ew nasname, hebûn û bîrdanka gelê Kurd e û dîrokeke dewlemend a çand, wêje, têkoşîn û mîrateya mirovahiyê ye. Tevî hemû hewldanên li dijî ziman û çanda Kurdî jî, gelê Kurd karî zimanê xwe yê dayikê biparêze û wekî stûnek bingehîn a hebûna xwe ya neteweyî û mirovî ji nifşekî bo nifşekî din veguhezîne.
Mafê gelê Kurd ê axaftin, fêrbûn, hînkirin û bikaranîna zimanê xwe yê dayikê di saziyên perwerdeyê, çandî, rêveberî û medyayê de mafek xwezayî û rewa ye ku ji hêla peymanên navneteweyî û mafên mirovan ve tê parastin. Divê di tu şert û mercan an jî bi ti hênctan ev ziman neyê binpêkirin an jî kêmkirin. Parastina cihêrengiya zimanî û çandî stûnek bingehîn e ji bo avakirina dewletek demokratîk.
Em wek Meclisa Wêjeyê tekez dikin ku her hewldanek ji bo binpêkirina mafê gelê Kurd ê bikaranîna zimanê xwe an sînordarkirina wê, nayê pejirandin û xêzek sor e ku nayê derbaskirin e, ji ber ku zimanê Kurdî bi hebûn, rûmet û mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd ve girêdayî ye.
Em her wiha tekez dikin ku avakirina Sûriyeyek siberojê, demokratîk û dadperwer bêyî naskirina destûrî ya eşkere ya mafên gelê Kurd, di serî de naskirina zimanê Kurdî wekî zimanek fermî li kêleka Erebî, û karanîna wê di perwerde, jiyana giştî û saziyên fermî de li herêmên Kurdî û li seranserê welêt, li gorî regezên hevkariya rastîn, dadperwerî û hemwelatîbûna wekhev, ne pêkan e.
Roja Zimanê Kurdî derfetek e ji bo xurtkirina xebatên parastina ziman û çandên cihêreng ên li Sûriyeyê û di serî de zimanê Kurdî.
Em careke din vê rojê pîroz dikin û ji hemî gelê xwe dixwazin ku ji bo parastina ziman, nasname û mafên xwe yên rewa têbikoşin.”
Piştî daxuyaniyê xwendekaran û hezkiriyên pirtûkan berê xwe da standên weşanxane û pirtûkxaneyan.
Îro saet di 17.00’an de dê ahenga pirtûka ‘Xwerist’ a Ebas Îsmaîl bê lidarxistin.







