Serdana Şandeya Dayikên Aştiyê ya Partiya Gelecekê bi dawî bû
- 16:44 8 Gulan 2026
- Rojane
ENQERE - Serdana Şandeyek ji Meclisa Dayikên Aştiyê ya Partiya Gelecekê bi dawî bû.
Şandeyek ji Meclisa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana partiyên siyasî didomîne. Di çerçoveya serdanan de Şandeya Dayikên Aştiyê ku ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê bi tevî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya re serdana Partiya Gelecekê kir. Serdan li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê pêk hat. Şandeya dayikan li gel Serokê Giştî Ahmet Davutoglû civiya. Cîgirên Serokê Giştî yên Partiya Gelecekê Halîme Polat, Burçak Başbug, Midura Nivîsgeha Taybet Esra Şahîn û Şewirmenda Polîtîkayên Dervê Sevînç Ozcan jî di hevdîtinê de amade bûn. Dayikên Aştiyê li vir jî Laçika Spî diyarî Davuoglû kir. Davutoglû jî çîçek diyariyê Dayikên Aştiyê kir û civîn bi dawî bû.







