Li Qamişloyê ji bo piştgiriya YPJ'ê meş hat lidarxistin

  • 14:47 6 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşvanan bal kişand ser rola YPJ'ê di parastina civakê de û daxwaza bicihkirina wê di Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kir.
 
Di çarçoveya kampanyaya piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de ku ji aliyê Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Rojava ve di 26'ê Nîsanê de hatiye ragihandin, Kongra Star li Qamişloyê meşek li dar xist.
 
Bi sedan şêniyên bajêr û şervanên YPJ'ê beşdarî meşê bûn. Meş li Çerxerêya Sonî dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdan ve çû.
 
Li Çerxerêya Şehîdan piştî rêzgirtinê endama Kongra Star Cewahir Osman axivî û diyar kir ku jin nûnertiya xwe ya rastîn di YPJ`ê de dibînin. Cewahirê destnîşan kir ku YPJ`ê di parastina jinan û nirxên civakî de roleke girîng lîstiye.
 
Cewahirê got YPJ li hember "hêzên tarîtiyê" bi ser ketiye û ji bo jinên li çar aliyên cîhanê bûye mînak. Her wiha diyar kir ku divê YPJdi nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de cih bigire û hişyarî da ku dûrxistina wan dê rola jinan di destûra nû de paşguh bike.
 
Cewahirê bang li hikumeta demkî kir ku nêzîkatiya xwe di vî warî de biguherîne.
 
Çalakî bi dirûşmên piştgiriya YPJ'ê bi dawî bû.