ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2026'AN
- 09:00 29 Nîsan 2026
- Rojev
*Pispora rêxistibûna Sendîkaya TEKSÎF’ê Pembe Maden,da zanîn ku jin di sektora tekstîlê de, bêewle, di bin tehdîda ji kar derxistinê, destdirêjî û mûçeyê kêm de tên xebitandin û got: “Yên herî zêde keda wan tê binpêkirin û di plana dawî de tên hiştin jin in. Çarseriya li dijî vê rêxistinbûn e.” DÎMEN HEYE
*Jinan bi piştevanî û kooperatîfan aboriya xwe bidest xistin û li dijî binpêkirinan jiyana kolektîf dihûnin. DÎMEN HEYE
*Karîn Brunzell da zanîn ku di piyaseya kedê de jin nayên dîtin û fikra jinan esas nayê girtin, piştî demekê heman tişt ji aliyê mêr ve tê gotin lê ya wî bi pesn tê pêşwazîkirin. DÎMEN HEYE
*Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk, diyar kir ku di vê pêvajoyê de helwesta ku tevgerên sosyalîst yên Tirkiyeyê bigirin girînge û got: “Di her xebata der barê aştiyê de em dikin divê em mafên Kurdan, astengkirin û xespkirina mafên Kurdan û encamên vê biaxivin.” DÎMEN HEYE
*Jinên ku ji bo meşa Gemlîkê kom bûbûn, destnîşan kirin ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Abdullah Ocalan astengiya sereke ya li pêşiya aştiya Rojhilata Navîn e û tekez kirin ku ew ê bi dirûşmeya "Niha dema jinan e" li dijî hemû astengî, qedexe û pirsgirêkan û ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê li kolanan bin. DÎMEN HEYE
*Hevseroka şaxa DÎSKa Şirnexê, Siyajîn Burumtekin her kes vexwend mîtînga 1'ê Gulanê ya ku dê li Cîzîrê were lidarxistin û got, "Em bang li her kesî dikin ku ji bo maf, hiqûq, edalet, yekîtî û aştiyeke mayînde werin meydanan." DÎMEN HEYE







