Kurê walî Mustafa Turkay Sonel hat girtin
- 19:03 18 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM – Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de kurê Waliyê Dêrsîmê yê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel hat girtin.
Di çarçoverya lêpirsîna Gulîstan Doku de der barê kurê Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel biryara girtinê hat dayîn. Kiryar Mustafa Turkay Sonel ku piştî îfadeya wî ya li dozgeriyê sewqê Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin û bi sûcê “mirina bi zanebûn” ve hat girtin.
Di dosyeyê de hejmara girtinan bû 10 kes.
Di heman demê de di dema Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel de serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr jî binçavan de ye.







