Ji bo dosyayên Rabîa Naz û Rojîn Kabaîş ekîbek hat avakirin
- 16:16 17 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku ji bo lêkolîna dozên Rabia Naz Vatan û Rojin Kabaiş ên ku di bin şert û mercên gumanbar de mirin, di nav Wezaretê de ekîbek hatiye avakirin.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek ji rojnameya Gerçek Gundemê re bi Seyhan Avşar re axivî û diyar kir ku ji bo dozên Rabia Naz Vatan û Rojîn Kabaiş ên ku di bin şert û mercên gumanbar de mirin, ekîbek taybet hatiye avakirin. Akin Gurlek got, "Me di nav Wezareta Dadê de ekîbek ava kiriye. Ev ekîb dê dozên ku wijdanê me birîndar kirine lêkolîn bike. Ne tenê doza Gulistan Doku ye; dozên Rabia Naz û Rojîn Kabaîş jî têne lêkolînkirin. Em ê bi baldarî dozên kuştinên jin û zarokan bişopînin. Serdozgera Dersimê doza Gulistan Doku bi baldarî lêkolîn kiriye. Wê berpirsiyarî girtiye ser xwe û lêpirsînên pêwîst pêk tîne. Di dozên wiha hesas de, em li kêleka dozgerên xwe yên sereke ne ku lêpirsînan bi baldarî dimeşînin."







