Semsûrî: Divê em bêdeng nemînin, xwe bi rêxistin bikin
- 09:05 19 Adar 2026
- Rojane
Gulistan Gulmuş
SEMSÛR - Jinên Semsûrî diyar kirin ku divê li dijî qetilkirinên jinan rêxistinbûn bi saziyên jinan sînor nemîne û wiha gotin: “Divê em piştgiriyê bidin hev. Em tu carê dest ji têkoşîna xwe bernadin, em bêdeng namînin.”
Qetilkirinên jinan, mirinên biguman û bûyerên tundiyê her diçin zêde dibin. Gumanbar pir caran ji ‘tahrîka bêmaf’ û ‘rewşa baş’ nayên cezakirin an jî ceza tê daxistin. Li gorî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya sala 2025’an herî kêm 294 jin hatine qetilkirin, 297 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê ya ji serê salê heta niha 39 jin hatine qetilkirin û 30 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Jinên Semsûrî der barê sedemên qetilkirina jinan û polîtîkayên desthilatdariyê de axivîn.
‘Em dixwazin encama têkoşîna xwe bigirin’
Berfîn Fîdan Korkmaz balkişand ser qetilkirinên jinan û wiha got: “Divê em jin li dijî qetilkirinan zêdetir bên gel hev. Em her roj şahidiya qetillkirina jinan dikin. Li ser çapemeniya civakî parvekirin têr nake. Divê êdî em bikevin tevgerê. Em dixwazin encama têkoşîna xwe bigirin. Em dixwazin li kolanan rehet bigerin. Em ewlehiyê dixwazin. Em dixwazin jiyana me bikeve bin garantiyê. Jin her roj tundiyê dibînin. Divê jin xwe bi rêxistin bikin, divê tevli civînên rêxistinan, saziyan bibin.”
‘Pêvajoya aştiyê hebe wê qanûn bikevin meriyetê’
Berfîn Fîdan Korkmaz balkişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û daxuyakirin ku ger pêvajo biserkeve wê aliyên erênî ji bo jinan hebin û wiha domand: “Pêvajoyek aştiyê mijara gotinê ye lê hîna gav nehatine avêtin. Ger pêvajoyek cidî ya aştiyê hebe qanûnên der barê mafê jinan jî bikevin meriyetê. Wê demê belkî em li malên xwe re li kolanan rehet bin.”
‘Divê em bêdeng nemînin’
Dîlan Taştandi jî anî ziman ku divê jin li dijî êrîş û qetilkirinan li her qada jiyanê di piştevanî û rêxistinê de bin û wiha bi lêv kir: “Ez wek jinekê xwe li tu deverê ewle hîs nakim. Ji ber xetereya ku rastî êrîşê bêm heye. Ya herî hêsan xetereya ez bi tundiya psîkolojîk re bêm rû hev heye. Ji ber vê xwe ewle hîs dikim. Ez dixwazim di civakek azad, civakek xwe ewle hîs dikim de bijîm.”
‘Pêvajo biserkeve wê ji bo jinan baş be’
Helîn Gunduz jî ev nirxandin kir: “Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Divê li dijî qetilkirinên jinan piştevanî bê mezinkirin. Ji ber em jin in jiyana me tê sînorkirin. Em wek mêran rehet tevnagerin. Cezayên li gumanbaran tên birîn ne bi bandor in. Kolan ne bi ewle ne. Em bi fikar in. Jiyana me jinan her tim tê sînorkirin. Divê jin ligel hev cih bigirin, bi hev bawer bin, piştgiriyê bidin hev. Bila jin netirsin. Ger pêvajo biserkeve wê ji bo jinan baş be.”








